Qirix li Hambûrgê ye

Şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê, ku di çarçoveya karê xwe yê hunerî de li Ewropayê digerin, li bajarê Hambûrgê derketin pêşberî şanohezan.

Navnîşana vê carê ya lîstikên şano, ku ji aniyê Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve tê organîzekirin, vê carê bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bû. Lîstikên bi navê "Dawiya Dawî" û "Qirix" li Şanoya Mûtê derketin pêşberî şanohezan. Şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê Elvan Koçer, Yavûz Akkûzû, Sena Ozbey û Ozcan Ateş bi performanseke serketî hunera xwe pêşkêş kirin.

Şano ji du beşan pêk hat. Di beşa yekemîn de Ozcan Ateş bi rêbaza stand-up'ê lîstika bi navê "Dawiya Dawî" pêşkêş kir. Bi rengekî mîzahî qala tecrûbeya xwe ya jiyanê, zarokatiyê, destpêkirina karê xwe yê şanoyê û hestên gelê Amedê di dema berxwedana Amedê de kir.

Di beşa duyemîn de jî karakterê 'Qirix' ê Amedê hat nîşandan. Ev lîstik jî ji ber karîkaturên Dogan Guzel hate amadekirin. Bi karakterên Quto, Eyşo, Qehwecî Remezan Abê, Xalê Sulyeman, Feyzo, Çeto û Siyasî Abê lîstik hate pêşkêşkirin.

Lîstika ku derhêneriya wê ji aliyê Kemal Gokhan Gurses ve tê kirin wê di navbera 1-19'ê Îlonê de li Berlîn, Dortmûnd, Essen, Koln, Parîs, Marsîlya Amsterdam û Lîege bê nîşandan.