Qeyûmê ranteke bi 27 milyon TL’yî da şîrketa AKP’yî

Qonaxa pêşî ya îhaleya projeya peyzaj û şênîkirinê ya ku wê Pira Deh Çavî ya Amedê vehewîne, bi 27 milyon TL’yî dane şîrketeke Şaredariya Mezin a Erzerûmê ya AKP’yî, Ekonut A.Ş’yê.

Ji hêla Şaredariya Sûrê ya Amedê ve, ku qeyûm anîbûn ser, qonaxa pêşî ya îhaleya projeya peyzaj û şênîkirinê ya ku wê Pira Deh Çavî ya Amedê vehewîne, bi 27 milyon TL’yî dane şîrketeke Şaredariya Mezin a Erzerûmê ya AKP’yî, Ekonut A.Ş’yê.

Li gel ku Şaredariya Mezin a Amedê û şaredariyên bi qedemeya jêr dikarîbûn bi derfetên xwe projeyên mezin ên wekî Newroz Park, Kent Ormanî, Park Ormanî bi rehetî pêk bînin jî, proje bi mebesta rantê dane şîrketa AKP’yî. Li Amedê bi dehan plangerê bajêr, pêşnûmekarên peyzanê, muhendîs û mîmarên têr û tije jî ku dikarîbûn bi rehetî van projeyên wiha pêk bînin, piştî 15’ê Tîrmehê bi BHQ’yên ku derxistin ji şaredariyan hatin îxrackirin.

JI ÎMARÊ RE HATE VEKIRIN Û DANE ŞÎRKETA AKP’YÎ

Projeyên rantê yên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê yên Sûrê ya Amedê berdewam dike. Li gorî Biryara BHQ’ya bi hijmara 644’an ji hêla Midûrîyeta Bajêr a Amedê ya Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê ve, 28’ê Kanûna 2016’an, di nav çarçoweya ‘Projeya Pêkanîna Qonaxa 1. a Qada Rekreasyona Geliyê Dîclê û Şênîkirinê’ de, li qadeke 320 donumî ku Kirklar Dagi û derdora Pira Deh Çavî di nav xwe de vedihewîne guherîna îmarê hate kirin. Bi guherîna îmarê re, bi destûra qeyûmê Şaredariya Sûrê Bîlal Ozkan Geliyê Dîclê û Kirklar Dagir ji îmarê re hate vekirin.

Îhaleya Projeyê jî bi 27 milyon TL’yî dane Erkonut A.Ş’yêya Şaredariya Mezin a Erzerûmê ya AKP’yî. Di nav çarçoweya projeya rantê de ku 4’ê Çileya 2016’an starta wê hate dayin ji 60 celeb darî wê 70 hezar dar werin danîn. Her wiha di nav çarçoweya projeyê de wê qadên sporê, parkurên meşê, rêyên bisiklêtê, qadên bêhnvedanê werin çêkirin.

LI SILOPYA Û HEZEXÊ JÎ RANT DANE ŞÎRKETA ERKONUT

Her wiha li Silopya û Hezexê ya Şirnexê jî îhale dane şîrketa Erkonutê. Di nav çarçoweya îhaleyan de ku hê jî berdewam dike, li Silopya avakirina 88 xaniyan û li Hezexê jî avakirina 340 xanîyî berdewam dike.

KADROYÊN KU DIKARÎBÛN KAR BIKIN HATIN ÎXRACKIRIN

Kadroyên ku dikarîbûn xebatên peyzajê û şênîkirinê li Kirklar Dagi û derdora Pira Deh Çavî bikin beriya qeyûmê li Şaredariya Mezin û şaredariyên bin banê wê de hebûn lê li gel vê jî ev proje pêşkeşî şîrketên AKP’yî hate kirin.

Herî dawî bi BHQ’yeke 15’ê Tîrmehê plangerên bajêr, pêşnûmekarên peyzajê, muhendis û mîmar ên bi qadro û bi peymanê yên şaredariyên Kayapinar, Yenîşehîr, Sûr û Baxlarê ji kar hatin avêtin.