Qeyûmê AKP'ê xwezayê talan dike û daran dibire

Qeyûmê ku ji aliyê rejîma AKP'e ve li şaredariya navçeya Payîzava ya Wanê hatiye bicihkirin, di slogana "rê şaristanî ye" daran radike û xwezayê talan dike.

Qeyûm Osman Dogramaci, ku li navenda navçeya Payîzavayê ji bo kargehê çêbike hefteya bihurî dest birîna daran kir, vê carê bi dlogana "rê şaristanî ye" li taxa Cûmhûriyetê ya li navenda navçeyê gelek dar birî.

Serdar Can, ku bexçeyê wî yê fêkî li herêma rê lê tê çêkirin e, nerazîbûn nîşanî birîna daran da û bang li gel kir ku di vî warî de hişyar be.

Can got, "Di serdema heyî de, ji bo xatirê berjewendiyên hin kesan şênkahî û gelek cihên bêhnvedanê yên civakê tên talankirin, ji holê tên rakirin. Mixabin li navçeya me Payîzavayê jî rewş bi heman rengî ye. Beriya niha ji bo çêkirina kargehê li navenda navçeyê gelek dar hatin birîn. Niha jî bi navê çêkirina rê, plan dikin ku qada şênkahî ya li taxa me ji holê rakin. Em dixwazin vê yekê jî bînin bîra kesên ku dixwazin 'rê şaristanî ye': Her dara tê birîn mîna mirovekî tê kuştin e. Ji ber vê yekê, em ê destûrê nedin vê talan û qirkirinê."