Qeyûmê AKP'ê dest li sewalkariyê jî werda

Qeyûmê ku li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê bi cih bûye, ferman da ku 220 axurên sewalan bên girtin.

Qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê teblîgat ji xwediyê 220 axurên pez û sewalan re şand û xwest di nava 60 rojan de werin girtin.

Şaredariyê ji malbatên ku li taxên Yali, Buzhane, Xaçort û Halilaga yên Wanê dijîn û di hewşa xwe de sawalan xwedî dikin teblîgat şand û xwest di nava 60 rojan de axurên xwe bigirin. Welatiyên ku di salên 1990’an de gund û malên wan hatin şewitandin û ji bajarên Şirnex, Colemêrg, Bedlîsê hatin Wanê bi cih bûn û li debara xwe bi sewalkariyê dikin di hewşa mala xwe de sewalan xwedî dikin.