Qeyûmê AKP’ê bazara berê ya Wanê hilweşîne

Bazara Penîr û Qesaban ya li navçeya Riya Armûşê ya Wanê, ji aliyê qeyûmê AKP’ê ve tê hilweşandin.

Li navçeya Riya Armûşê a Wanê qeyûmê AKP’ê Walî Îbrahîm Taşyapan bi îcraetên xwe yên nû li ser kar e û dixwaze bi projeyeke nû bazara sed salan ya herî kevn hilweşîne. Li vê bazarê penîrên bi pincar û sîrik tên firotin. Ji ber penîr ne bi tenê kesên xwecih û ji Wanê, di serî de kesên ji bajar û navçeyên derdorê yên Wanê jî ji bo kirînê riya xwe bi vê çarşiyê dixînin û ji xwe re penîr û goşt dikirin. 

‘EM Ê BAZARÊ NETERIKÎNIN’

Esnafên Bazarê bertek nîşanî biryara qeyûm dan û kiryarên qeyûm yên li dijî vîna gel şermezar kirin. Ji esnafan Halîz Gezer (32) ê ku zarokatiya wî li vê bazarê derbas bûye û naxwaze ji bazarê derkeve jî ev tişt got: “Ez pîşeyê bav û kalê xwe li vê bazarê didomînim, çi dibe bila bibe ez ê vê bazarê neterikînim. Ji ber krîza aboriyê rewşa me esnafan gelek ne baş e û ligel vê yekê jî dixwazin bazara me hilweşînin. Qeyûm dibêje ez ê bazarê bibim derveyî bajêr, em ê li derveyî bajêr çi bikirin û çi bifiroşin? Jixwe ti welatî jî wê neyê derveyî bajêr  û ew ê tiştekî jî nekirin. Em naxwazin bazar were hilweşandin û ev bazareke kevn e û nêzî 120 salan e, ev bazar heye.”

‘ARMANC JIYANA KURDEWARÎ YE’

Gezer anî ziman ku bi hincetê ruxsata me tineye dixwazin me ji bajarê me bikin der û wiha got: “Em li ti welatên biyanî najîn, em li welatê xwe dijîn. 22 sal e, ez li vir im. Bav û bapîrên min li vir esnaftî kirine. Ez ê çawan ji vir derkevim? Ez ê biçim ku derê? Ango dibêjin em ê restore bikin. Bila çêkin lê belê bila dikanên me bidin me. Dixwazin tevahiya bazarê rakin û jiyana Kurdewar ji holê rakin.”

‘EM Ê BAZARÊ NEKÎN QURBANA QEYÛM’

Esnafê bi navê Huseyîn Aslan jî got, ji ber ku li bazarê penîrê gundan û goştê bi tendurist tê firotin dixwazin bazarê hilweşînin. Aslan diyar kir ku dixwazin jiyana salan ya gundan ji holê rakin û wiha got: “35 sal in, ez li vê bazarê esnaftiyê dikim. Ez bavê 5 zarokan im, bazar rabe ez ê çawan zarokê xwe xwedî bikim? Jixwe krîzeke kûr heye û em nikarin fatoreyên xwe bidin. Em ê bazara sedsalî nekin qurbana qeyûm!”