Qeyûm Kurdî û rengên Kurdî tehemmûl nake

Zabitayên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya girêdayî qeyûm, tabêlaya esnafa jin ji ber bi rengê kesk û sor û zer e û navê Kurdî li ser e, rakirin.

Êrîşên qeyûmên hikûmeta AKP’ê ku dest li ser şaredariyên Kurdistanê danîn, yên li ser Kurdî û rengên Kurdî dewam dikin. Qeyûm piştî ku dest li ser şaredariyan danîn plana ji kûr ve ya asîmîlasyonê û Tirkkirinê dane destpêkirin û li hemû qadên jiyanê çi tiştê ku têkilî Kurdî û Kurdayatiyê bin qeyûm êrîşê dibine ser. Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, li Yenîşehîrê Ayşe Aslan cihekî taştêdayinê vekir û navê keça xwe Rojda ku ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest dabû li cihê kar danî. Aslan tabêleya kafeya xwe ya bi navê ‘Rojdam’ jî bi rengê kesk û sor û zer xemiland.

Zabitayên qeyûm ên ku hatin dikanê ji Aslan re gotin, ‘’rengên li ser tabêleya we û navê ‘Rojdam’’ propagandaya rêxistina terorê ye’’. Zabitayên qeyûm xwestin ku nav û rengên tabêleyê werin guhartin û gotin heke neyê guhartin wê kafeya wê bigirin. Aslan diyar kir ku ev helwesta li navê Kurdî ya keça wê ya mirî û helwesta li dijî rengên Kurdî dijminane ye û got, ew neçar maye ku rengê tabêleyê biguherîne lê ew ê navê dikanê, ku navê keça wê ye neguherîne.

LI GORÎ ZABITAYÊ QEYÛM NAVÊN KURDÎ PROPAGANDAYA RÊXISTINA TERORÊ YE

Aslan got, 2015’an ji Yalovayê hatiye Mêrdînê û got: ‘’2015’an piştî ku hevserê min jiyana xwe ji dest da hatim Mêrdînê. Min kafeyeke ku taştê dide vekir û navê keça xwe Rojda lê kir, ku keça min 2008’an ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo ku navê keça min bi bîr bîne min navê kafeyê kire ‘Rojdam’ û bi rengên gelê Kurd kesk û sor û zer tabêla xemiland."

Aslan diyar kir piştî ku şaredarî ji hêla qeyûm ve hatiye desteserkirin êrîşên li ser dikana wê zêde bûye, 4’ê Hezîranê qeyûm hatine dikana wê û gotine,’’ ev reng û nav ên rêxistina terorê ne, zû van rengan û vî navî rakin an na em ê dikana we bigirin.’’

‘EV NAV Û RENG NASNAMEYA ME YE’

Aslan got navê keça wê Rojda navê Kurdî ye, ji bo ku dikanê negirin rengên kesk û sor û zer ên li ser tabêlayê rakirin lê ew ê navê keça xwe ji ser kafeya xwe raneke. Aslan got sedema ku qeyûm ji rengê kesk û sor û zer û navê Rojda aciz dibe dijmintiya li Kurdî û Kurdayatiyê ye.

Aslan diyar kir, ji dema ku qeyûm hatî ser kar ve kirinên qeyûm ên li dijî nasnameya Kurd û jinan mirov pir aciz dike. Aslan got, ew Kurd e û bi her rengî ew ê li Kurdbûna xwe xwedî derbikeve.