Qereçiyên Elewî daxwaza Cemxaneyê dikin

Qereçiyên Elewî gilî û gazinan dikin ku ji nedîtî ve tên û ji bo karibin bi rengekî azad bi bîr û baweriya xwe bijîn, alîkarî ji wan re bê dayin.

Berevajî Elewiyên Kurd, Tirkmen û Ereb, Elewiyên Qereçî ji aliyê civakê ve nayên naskirin. Çereiyên Elewî yên li Tepecîk a Îzmîrê dibêjin ku ev rewş wan diêşîne û daxwaza vekirina Cemxaneyê kirin.

'BILA ZAROKÊN ME BAWERIYA XWE HÎN BIBIN'

Kader Açikpûza diyar kir ku ew nikarin baweriya xwe biparêzin û got, "Piştî dayika min, keseke/î ku baweriya me biparêze û bidomîne nîne. Bila Cemxaneyekê ji me re çêbikin û pîrekî wezîfedar bikin ku karibe baweriya me bide zarokên me. Lê mixabin em niha nikarin gerandina semahê jî hînî zarokên xwe bikin."

Açikpûza bang li Elewiyên ji gelên din jî kir û got, "Ol ola me hemûyan e. Bila destê xwe yê alîkariyê dirêjî me bikin ku em çanda xwe biparêzin."

PIŞTÎ KU PÎR MIR, CEMXANE NEHATE ÇÊKIRIN

Refiye Gokmen jî anî ziman ku wan berê şertên baweriya xwe dikarîbûn bi cih bianiyan, lê demeke dirêj e nikarin bikin: "Ji bo qereqçiyan ti carî Cemxane nehate çêkirin. Me li gorî derfetên xwe îbadeta xwe dikir. Lê belê piştî ku pîrê me mir, me nema karîbû şertên baweriya xwe bi cih bînin."

'ZEHMET E KU MIROV HEM QEREÇÎ BIN HEM JÎ ELEWÎ'

Vahîde Vazgeçtîm jî raginand ku ku Qereçî li derveyî civakê tên hiştin û got, "Qereçî di nava civakê de weke mirovên di asta duyemîn, sêyemîn de tên dîtin. Elewî jî, civak jî wan nagirin nava xwe. Ji ber ku em hem qereçî hem jî Elewî ne, du caran em li derveyî civakê tên hiştin."

Vazgeçîm ji bo karibin baweriya xwe bide zarokên xwe banga alîkariyê kir û got, eger li taxa wan Cemxaneyek hebe wê karibe gerandina semahê hînî nifşê nû bikin, naxwe wê baweriya wan ji holê rabe.