Qala Şoreşa Rojava kirin: This is Kobanê

Xebatên dokûmantera 'This is Kobanê' ya li ser Berxwedana Kobanê û sîstema li Rojava dewam dikin. Dokûmanter ji aliyê Brandon Gamblen ê Kanadayî, Nadîm Fetaîh û Tashî Pîetrzykowsa ve li Stockholmê tê amadekirin.

Dokûmanter qala Dr. Dorpenc Kobanê dike, ku dest ji karê xwe yê li nexweşxaneyeke li Stockholmê berda, çû Kobanê, ji bo rehabîlîtekirin û tedawîkirina birîndaran navendek ava kir.

Brandon Gamblen ê Kanadayî, Nadîm Fetaîh û Tashî Pîetrzykowsa ji bo beşa dawî ya dokûmanterê bikişînin hatin paytexta Swêd Stockholmê. Derhêneran ji ANF'ê re qala vî karê xwe kirin.

Fetaîh, piştî ku serhildana bi navê 'Bihara Ereb' dest pê kir, ji bo şopandina çalakiyên girseyî yên li dijî sîstemê û çêkirina dokûmanteran, çû Misirê.

Ji ber ku Berxwedana Kobanê û sîstema li Rojava bala wî kişand, tevî Gamblen û Pîetrzykowsa, berê xwe da Rojava.

Fetaîh da xuyakirin, ku ji bo kişandina dîmenên dokûmanterê, wan tîmek ji 8-10 kesan ava kirine û li ser armanca dokûmantera 'This is Kobanê' got: "Me xwest tevlîbûna gel a li nava sîstema li Rojava, guherîna civakî ya li Rojava û xebatên Dr. Dorpec Kobanê yê ji Swêdê hat, ji cîhanê re ragihînin. Me hewl dan vebêjin; dema mirov bixwaze dikare şoreşê pêk bîne û sîstemeke nû ava bike. Lê belê cîhanê zor û zehmetiyên vê yekê nedidît, êşên gelan dikişand, nedidît."

'ME HEWL DAN PIŞTEVANÎ Û TÊKOŞÎNA GERÎLAYAN RAGIHÎNIN'

Gamblen jî got, "Me bi taybetî hewl dan piştgirî, têkoşîna navbera endamên YPG/YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin bibînin, hest û nêrînên birîndaran hîn bibin. Bi vî rengî me xwestin vê rastiyê nîşan bidin."

Fetaîh û Brandon da xuyakirin, ku astengiya herî mezin a di dema kişandina dokûmanterê de derket pêşiya wan, astengiya derbasbûna ji sînor bû û anî ziman, ku ji bilî tedbîrên ewlekariyê, rêveberên li Rojava bi ti awayî li pêşiya wan nebûne asteng, berevajî ji wan re bûne alîkar.

WÊ DI FESTÎVALA FÎLMAN A TORONTO DE BÊ NÎŞANDAN

Fetaîh da xuyakirin, ku dokûmanter wê di mehên destpêkê yên sala pêş de biqede û di meha Gulanê de li Festîvala Fîlman a Torontoyê were nîşandan, ku ev festîval duyemîn festîvala herî mezin a  fîlman a cîhanê ye.