Polîtîkayên dewletê dikandarên li Wanê anîn ber îflasê

Ji ber polîtîkayên AKP'ê, li Wanê bi hezaran kargeh û dikan hatine girtin.

Li Wanê, ji ber du erdhejên mezin ên di sala 2011'an de rû dan, krîza aboriyê ya li welêt, zextên dewletê yên li herêmê, ragihandina herêma ewlekariyê y taybet û qedexekirina bazirganiya li ser sînor, di nava 5 salan de bi hezaran dikan hatin girtin. Ji ber krîza heyî, 195 ji 210 dikanên li Sûka Misrê ya Wanê hatine girtin.

Di erdhejma mezin a sala 2011'an de ku li Wan û navçeya Erdîşê rû da, 640 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn, zêdeyî hezar welatî jî birîndar bûbûn. Ji ber du erdhejên mezin bi hezaran dikan û xanî xera bûbûn.

Dikandarên ku dikanên wan xera bûn û xisar lê çêbûn, ketin rewşeke welê ku nemar karibin kar bikin. Her wiha ji ber deynê bacê jî bi hezaran dikan ji neçarî hatin girtin, bi hezaran dikandar jî ketin rewşa desteserkirina mal û milkên wan. Li gel pirsgirêkên erdhejê, şerê li herêmê, polîtîkayên qedexekar ên dewletê, girtina deriyên sînor û ferzkirina baceke giran li ser esnafan, dikandarên Wanê anîn ber înflasê. Ji ber van pêkanînan, di nava 5 salan de li navenda Wanê zêdeyî 5 hezar dikandaran neçar man dikanên xwe bigirin.

SÛKA KEVN A WANÊ LI BER GIRTINÊ YE

Yek ji sûkên kevn ên Wanê Sûka Misrê, ji ber krîza aboriyê li ber girtinê ye. Ji bilî çend esnafên li pêşiya sûkê, derabeyên dikanên li sûkê girtî ne. Serokê Kooperatîfa Sûka Misrê ya Wanê Levent Tekîn anî ziman, dewlet alîkariyek nedaye esnafên li herêmê û ji ber girtina deriyên sînor ew jî neçar mane derabeyên dikanên xwe daxînin.

195 JI 210 DIKANAN HATIN GIRTIN

Tekîn diyar kir, beriya niha 210 dikan li Sûka Misrê vekirî bû û wiha dewam kir: "Bi taybetî beriya erdhejê û di pêvajoya aştiyê de karê me gelekî baş bû. Bazirganiya li sînor serbest bû û ji ber vê yekê jî li sûkê hemû eşya peyda dibû. Ji xwe hemû malên li Sûka Misrê ji Îran û Ermenîstanê dihatin. Malên ku me danîn, bi bihayekî ku welatiyan nêşîne, me difirot. Lê belê, girtina deriyê sînor ji ber sedemên siyasî, esnaf anî ber îflasê. Îro tenê 15 ji 210 dikanên li sûkê vekirî ne."

Tekîn destnîşan kir, ku dewletê bi ti awayî piştgirî nedaye dikandarên Wanê û got, "Alîkariya dewletê bila li aliyekî be, hê bêhtir zerar da me. Bi girtina deriyê sînor, bi astengkirina anîna mal ji derveyî welat. Bi ragihandina herêmên ewlekariyê yên taybet re pêşî li cotkarî û xwedîkirina heywanan girt. Tevî ku em mexdûrê erdhejê ne, deynên me jê nebir. Ev deynên bacê dan ser hev û zêde kir. Bankayan di vê demê de kredî neda me esnafan. Bi kurtasî, em dikandar anîn ber îflasê."

'EM NIKARIN KIRÊYA XWE JÎ BIDIN'

Di dewama axaftina xwe de Tekîn bibîr xist, li Wanê bêkarî gelek e, derfetên welatiyan nîne ku derkevin sûkê û got, "15 esnafên li Sûka Misrê jî carna dibe ku bi rojan siftehekê nakin. Krîzê bandoreke gelekî mezin li me kir, ku em nikarin kirêya xwe ya ji 500 lîreyî jî bidin. Ji ber ku pere bi mirovan re nîne. Li cihê ku hilberîn nebe, pere ji xwe nabe. Yên tên tiştan ji me dikirin, gundî ne. Piştî ku dewletê deşt û zozan qedexe kir, gundiyan dest ji sewalkarî û cotkariyê berdan. Aboriya vê derê jî li ser sewalkarî û cotkariyê bû. Piştî ku ew jî hate qedexekirin, pere bi mirovan re nema. Yên heyî jî naxwazin xerc bikin. Ji ber ku mirov ji siberoja xwe ne bawer in, naxwazin pereyê di destê xwe de xerc bikin."

'TENÊ ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN A WANÊ YA DBP'YÎ ALÎKARÎ DA ME'

Tekîn diyar kir, beriya niha li sûkê şewat derketibû, gelek dikan şewitîbûn û got, "Di vê demê de tenê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî alîkarî da me. Ji bilî şaredariyê, cihekî ku em biçin tine bû. Bİ Rewşa Awarte re pêşî li hemû karê aboriyê girtin. Eger bi vî rengî dewam bike, wê dikandar nikaribin qet kar bikin. Dikandarên nikarin kar bikin ji neçarî koçî bajarên rojavayê welêt dikin."