Platforma Ekolojiyê: Daristan bi hinceta ewlekariyê tên şewitandin

Platforma Ekolojiyê ya ku li Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê, destnîşan kir ku daristanên li herêmê bi destê mirovan bi hinceta ewlekariyê tên şewitandin.

Bi pêşengtiya Platforma Ekolojiyê têkildarî xirakirina xweza û şewata daristanan li Terasa Bajar a li Dagkapiyê daxuayniyek dan çapemeniyê.

Rêveberên, KCD, HDP, DBP, ESP, CHP, aktîvîstên TJA’yê, nûner û rêveberên TMMOB, KESK, Komeleya Ekolojiyê, Komeleya Pîr Sultan Abdal, Komeleya 78’an, Dayikên Aştiyê, Platofmra Jinan a Dîcle Amed, Parlamenterên HDP’ê yên Amed3e Remziye Tosun û Selçuk Mizrakli tevlî daxuyaniyê bûn.

'DI SALA 2017'AN DE, ZIYAN GIHIŞTIYE QADEKE BI QASÎ 11 HEZAR 993 HEKTARAN'

Li ser navê komê Endamê Desteya Rêveberiya Komeleya Ekolojiyê Nîmet Sezgîn daxuyanî da û bibîr xist ku li Tirkiyeyê di salên dawî de şewata daristanan dibe sedema mal û windayahiya canê mirovan. Sezgîn rapora Miduriyeta Giştî ya Daristanan bibîr xist û daneyên rapora miduriyetê wiha parve kir: “Li gorî rapora Miduriyeta Giştî ya Daristanan amade kiriye di sala 2017’an de 2 hezar û 411 şewata daristanan derketiye. 11 hezar û 993 hektar ji ber şewatan xisar dîtiye. Da raporê de hejmara şewata kiryar ne diyar hezar û 280’ê ne û ji ber vê jî 4 hezar û 136 hektar şewitiye bûye xwelî.”

DARISTAN CAR BI DESTÊ MIROVAN Û CAR JÎ BI HINCETA EWLEHIYÊ TÊ ŞEWITANDIN

Sezgîn destnîşan kir ku şewata daristanan a li herêmê kiryar nediyar tê pênasekirin û wiha dewam kir: “Şewata li herêma me di kategoriya şewata kiryar ne diyar de tê nirxandin. Şewata daristanên li herêmê bi awayek xwezayî naşewitin. Bi destê mirovan tên şewitandin. Carna jî bi destê ewlehiyê tê şewitandin.”

'EM Ê XWEDÎ LI DARISTANÊN XWE DERKEVIN'

Endamê Desteya Rêveberiya Komeleya Ekolojiyê Nîmet Sezgîn anî ziman ku li herêmê ji ber xemsariya rayedaran daristan tên şewitandin û got: “Peywîrdariya ji bo daristanan tê piştguhkirin. Peywîra xwe nebaş bikar tînin. Em ê destûr nedin şewata daristanan û em ê xwedî li daristanên xwe derkevin.”