Platforma Baweriyan: Meha Remezanê bila bibe wesîleya aştiyê

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê li ser meha Remezanê daxuyaniyek da û got, "Em hêvîdar in ku meha Remezanê ya pîroz wê ji bo gelên me bi xêr be û bibe wesîleya aştiyê."

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê ku ji NAV-YEK, FEDA, CÎK û Kongreya Gel a Mezopotamyayê-Asûrî-Suryanî pêk tê, li se meha Remezanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku meha Remezanê di dînê Îslamê de meheke girîng, watedar û pîroz e û hate gotin, "Tevî ku weke mehek rojiyê tê nasandin jî, wate û mîsyona xwe mezintir e.

Bi rojiyê re ne tenê mîde tê terbiyekirin; her wiha hemû nefsa mirovan tê terbiyekirin. Wezîfe ji mirovan re tê dayin ku xwe ji nebaşiyan vegirin û ya herî girîng jî li dijî zilm û zaliman têbikoşin. Ji ber ku ev têkoşîn hem îbadeteke dînî ye, hem jî însanî."

'RABÛNA LI BER ZILMÊ, WEZÎFEYEKE ÎNSANÎ YE'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wezîfeya herî lezgîn a heyî, têkoşîna li dijî qirkirin û zilma Tayyîp Erdogan e û hate gotin, "Di vê meha Remezanê ya pîroz de em bang li hemû gelan û mirovahiyê dikin, bi taybetî bang li gelên xwe yên Misilman dikin ku li dijî hemû nebaşiyan nefsa xwe terbiye bikin û bi xurtî li ber zaliman rabin ku ev yek îbadeta însanî û dînî ye."

Platformê bi vê armancê bang kir ku di hilbijartinan de ji bo serketina HDP û Selahattîn Demîrtşa her kes seferber bibin û bi bîr xist ku rabûna li ber zext, êşkence, mirin, komkujî û qiririnê hem îbadeta dînî ye, hem jî wezîfeya însanî ye.

'KOMKUJIYÊN LI EFRÎN Û XEZZAYÊ TÊN KIRIN, ENCAMA HEMAN ZÎHNIYETÊ YE'

Di daxuyaniyê de komkujiya ku dewleta Îsraîlê li Xezzayê kir hate şermezarkirin û hate gotin, "Komkujiya li Fîlîstîn/Xezzayê hate kirin û komkujiya li Kurdistan/Efrînê hate kirin, encama heman zîhniyetê ye. Ji ber vê yekê divê hemû bindestên li cîhanê têkoşîna xwe ya însanî bikin yek.

Bi navê Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê, em bang li gelê xwe dikin ku di vê çarçoveyê de îbadeta xwe bikin, xwedî li wezîfeyên xwe yên însanî derkevin. Em hêvîdar in meha Remezanê ya pîroz wê ji bo gelên me bi xêr be û bibe wesîleya aştiyê."