Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Plastîkên li nava okyanûsan gefê li eko sîstemê dixwin

Her sal, ku bi mîlyonan ton parçeyên plastîk li okyanûsan tên avêtin, bi sedan zindiyên deryayê tine dibin. Her wiha zirareke gelekî mezin dide hevsengiya ekolojiyê.

Saziya bi navê Royal Socîety for the Protectîon of Bîrds, ku navenda xwe li Brîtanyayê ye, li girava Henderson a li Başûrê Pasîfîk lêkolînek kir û encamên wê parve kir. Encama vê lêkolînê, qirêjiya ji ber çopa bi mîlyonan ton a li okyanûsan, radixe pêş çavan.

Her sal, ku bi mîlyonan ton parçeyên plastîk li okyanûsan tên avêtin, bi sedan zindiyên deryayê tine dibin. Her wiha zirareke gelekî mezin dide hevsengiya ekolojiyê.

Encama lêkolîna li girava Hendersonê, ku 32 kîlometreçargoşe mezin e û li herêma navbera Awûstralya û Başûrê Amerîkayê ye, ji aliyê Akademiya Zanistan a AmerÎka (PNAS) ve hate weşandin.

Li gorî lêkolînê, çopên bi giranî ji Başûrê Amerîkayê û ji keştiyan tên avêtin, digihêjin vê girava ku bi hezaran kîlometreyî dûr e. Hat tespîtkirin ku çopa plastîk a gihîştiye peravên vê giravê, 17 ton e.

Li giravê, hate tespîtkirin ku li her çargoşeyekê 670 çopên plastîk ên ji 2 mîlîmetreyê mezintir hatin tespîtkirin.

Li gorî lêkolîna navborî, rojane 3 hezar 570 parçeyên çopa plastîk digihêje vê girava ku bi 5 hezar kîlometreyî dûrî parzemînên mezin e. Yek ji lêkolînerên vî karî Jennîfer Lavers diyar kir, rêjeya çopa gihîştiye vê giravê, di rastiyê de ji texmînan zêdetir e.

Lavers anî ziman, ku di lêkolîna xwe de ew tenê bi 10 santîmetreyan daketine kûrahiyê û bi lêkolîna xwe ya li girava Hendersonê re dîtine, ku çopên plastîk li okyanûsê çiqasî dikare xwe bigihîne herêmên dûr.

Ev çopa plastîk ku ji wargehên nêzî peravên derya û okyanûsan û ji keştiyan bi rengekî bê berpirsyarî tên avêtin, ji bo zindiyên li nava deryayê û çûkan xeteriyeke mezin e. Ev çopa plastîk, ku bi sedan salan di nava xwezayê de nahele, gefeke mezin li zindiyan dixwe.

Li gorî lêkolînekê, ji ber çopa plastîk a li okyanûsan, zêdeyî 200 masî û zindiyên din ên li deryayê li ber tinebûnê ne. Wekî din, bi qasî nîvê cûreyên çûkên li deryayê dijîn, ji ber ku çopên plastîk dixwin, di rewşeke xetere de ne.

Li gorî lêkolîneke din a li kovara Scîence di sala 2015'an de hate weşandin, li gelmperiya cîhanê her sal 8 mîlyon çopa plastîk li okyanûsan tê belavikrin. Li gorî heman lêkolînê, çopa plastîk ku niha li okyanûsan heye, bi qasî 110 mîlyon ton e.