PKK: Bîranîna hevrê Atakan sonda me ya serfiraziyê ye

Komîteya Rêveber a PKK'ê ji bo bîranîna yek ji Fermandarê HPG'ê Atakan Mahîr ku li Dersimê şehîd bûyî daxuyanî da.

Komîteya Rêveber a PKK'ê di daxuyaniyê de derbarê têkoşîna Fermandarê HPG'ê Atakan Mahîr agahî dan.

Daxuyaniya PKK'ê ya bi navê "Bîranîna hevrê Atakan Mahîr sonda me ya serfiraziyê ya sala 35'an e" wiha ye:

"Di vê pêvajoyê de ku em di salvegera 34'an a Pêngava Şoreşger a 15'ê Tebaxê de ne, ku ji bo dîroka Kurdan mîladek e, 11'ê Tebaxa 2018'an, li Pulumurê ya Dersimê di şerê dijî artêşa Tirk a faşîst de, me endamê Komîteya Navendî ya Partiya xwe, endamê Konseya Biryargeha HPG'ê û Fermandarê Qada Dersimê Atakan Mahîr (Ibrahîm Çoban), li gel 5 hevrêyên milîtanên partiyê şehîd daye. Em dibînin ku ew bi wateya rasteqîn, şehîdên 15'ê Tebaxê ne. Beriya her tiştî em hevrê Şehîd Atakan Mahîr û koma wî bi hurmet û minet bi bîr tînin, em êşa malbatên me yên şehîdan û gelê xwe par ve dikin. Em diyar dikin ku em ê êşa xwe veguherînin hêzeke mezintir û têkoşînê, sala 35'an a 15'ê Tebaxê em ê bikin Sala Serfiraziyê ya Atakan Mahîr.

Hevrêyê me Atakan Mahîr, ku 1974'an li Elbîstanê ji dayik bûye, 25 sal in milîtanekî nirxdar ê partiyê ye, bi gerîlatî û fermandariya gerîla gelek keda xwe di nava têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê de heye. Hevrê û milîtanekî pir hêja yê partiyê bûye, ku di xeta Rêber Abdullah Ocalan de û li ser şopa Fermandar Egîd bi biryardarî meşiya ye. Di serî de li Dersimê, li gelek herêmên Kurdistanê xebitiye, tim hewl daye ku gerîla mezin bike, berbelav bike, ji hêla îdeolojîk, siyasî û leşkerî ve hemû peywirên partiyê bê dudilî bi cih aniye û di gelek rêveberiyên tevgera me de bi serketî cih gritiye. Bi taybetmendiyên xwe yên gihiştî, dahurîner û semaxê her demê kiriye ku çavê mirov lê bigere û tim serketî bûye. Li Dersimê ku herî pir peywir lê kirî û xizmet lê dayî, dema ku fermandariya qadê dikir di şerekî de bi lehengî li ber xwe daye û şehîd bûye. Wiha tevlî nava karwanên şehîdan bûye, ya ku ji Hakiyan dest pê kirî û bûye PKK'yiyekî rastîn.

Hevrê Atakan bi devlikeniya xwe, bi mêjiyê xwe yê ku kûr difikirî û bi dilê xwe yê ku bi eşqa azadiyê tijî ye, taybetmendiyên herî hêza ên mirovên Bakur-Rojavayê Kurdistanê û mîlîtanên PKK'ê û xawêniya wê di şexsê de xwe berbiçav kiriye û bûye milîtanekî egîd ê Apoyî. Ti caran ji pratîka şoreşger qut nebûye, her demê hewl daye ku di nav pratîkê de xwe û derdora xwe perwerde bike, li ser me hemûyan keda wî çêbûye. Derdora me ya partiyê û avaniya me ya gerîla wê tim li vî hevrêyê xwe yê heja, gelê me jî wê li vî zaroyê xwe yê hêja bigere. Partiya me û hêza me ya gerîla wê armancên wê bi ser bixe û li bîranîna hevrê Atakan xwedî derkeve. Ciwanên Kurdistanê zêdetir wê tevlî refên gerîla bibin, bibin Atakan û di rêya vî fermandarê hêja de bimeşin. Gelê me û dostên ji berê çalaktir wê têkoşîna azadiyê bidin û deynê xwe yê wefayê bidin Hevrê Atakan.

Hêzên faşîst-qirker bi kuştina Fermandar Hevrê Atakan Mahîr dibe ku xwe serketî bibînin û weke ku encam standibin xwe bibînin. Lê pir di nêz de wê bibînin ku şaş in. Gelê Kurdistanê ji 7 salî bigirin ta bi 70 salî wê bibe Atakan û li dijî van çeteyên zalim, ên faşîst-mêtinger rawestin. Partiya me, hêzên me yên gerîla û gelê me, sala 35'an a 15'ê Tebaxê dike sala Atakan Mahîr û ji bo azadiya Kurdistanê û ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bibe xwedî şertên ku bikaribe bi azadî bijî û bixebite, bi giştî wê berxwedana şoreşger-demokratîka di xeta serfiraziyê de pêş bixe û li ser vê zemînê, wê tola Hevrê Atakan Mahîr bistîne. Serfirazî wê ya şervanên azadiyê, ya gelê me û wan şervanan be ku bi fermandariya Atakan Mahîr şer dikin."