PKK: 15'ê Tebaxê pêngava bawerî û îradeyê ye

Komîteya Rêveber a PKK'ê salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi destpêkirina sala sih û pêncan a azadiyê re hêviya me ya serketinê û îradeya me ya şer ji her demê xurtir e."

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ruh û xeta ku Pêngava 15'ê Tebaxê wê temsîl dike, niha ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye."

'EM JI HER DEMÊ BÊHTIR XURT IN'

Di peyama PKK'ê de hate gotin, "Em di salvegera 34'an a pêngava gerîla ya şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê de ne ku mîlada gelê Kurdistanê ye. Em dest bi sala sih û pêncan a vê pêngava lehengiyê ya mezin dikin. Weke tevger û gel, li ser xeta ronî yıa Rêber Abdullah Ocalan ev sih û çar sal in bi rengekî bê navber em şerê azadiyê dikin. Bi destpêkirina sala sih û pêncan re hêviya me ya serketinê û îradeya me ya şer ji her demê xurtir e.

Li ser vê bingehê, em cejna vejîna neteweyî û roja gerîla ya 15'ê Tebaxê li Rêber Apo, hemû hevrêyan, bi taybetî li hêzên xwe yên gerîla, gelê me yê welatparêz û mirovahiyê pîroz dikin û di sala sih û pêncan a berxwedanê de serketinê dixwazin. Di şexsê fermandarê nemir ê pêngava dîrokî Egîd (Mahsûm Korkmaz) de hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em careke din soz didin ku di sala sih û pêncan a 15'ê Tebaxê de em ê hîn bi xurtî xwedî li bîranînên şehîdên xwe derkevin û armancên wan bi ser bixînin."

Peyama Komîteya Rêveber a PKK'ê wiha dewam kir:

'GELÊ ME Û DOSTÊN ME DIKARIN PÊ SERBILIND BIN'

"Beriya her tiştî em dixwazin van rastiyan careke din destnîşan bikin: Di nava dîrokê de kêm caran hatiye dîtin ku sih û çar salan bi rêbaza gerîla şerekî bê navber ê ji bo azadiyê tê kirin. Lewma gelê me yê welatparêz û dostên me ji ber vê biryardarî, cesaret û fedakariyê dikare heta dawiyê serbilind bin. Ev sih û çar sal in li Kurdistanê bi navê azadî, demokrasî, welatparêzî û mirovahiyê çi hatibin bi dest xistin, hemû bi saya pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxa 1984'an e. Ti destketiyên demokratîk û azadîparêz nînin ku di nava sih çar salan de li Kurdistanê bêyî mohra pêngava şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê afiriye.

Artêşa gerîla ku di sala sêyemîn a pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê de gelê Kurdistanê parast, di sala şeşan de şoreşa vejîna neteweyî derxist holê. Li ser vê bingehê dest bi şoreşa azadiyê ya jinê kir û Kurd weke neteweyeke demokratîk ji nû ve afirand. Niha bûye hêzeke ku li dijî faşîzma DAÎŞ û AKP-MHP'ê hemû mirovahiyê diparêze. Bi vî rengî hêza afirîner, serketî û parêzvan a gerîla zelal bû. Eşkere bûye ku hemû bindestên bi rêbaza gerîla têdikoşin wê teqez bi ser bikevin.

'15'ê TEBAXÊ PÊNGAVA BAWERÎ Û ÎRADEYÊ YE'

Bêguman ev yek li ser bingeha nêrînên azadîparêz ên dahiyane yên Rêber Abdullah Ocalan pêk hatin. Rêber Abdullah Ocalan jî xwe spart danheviya ji vê tecrûbeya mezin û Teoriya Modernîteya Demokratîk afirand. Bi vî rengî rêya azadî û rizgariyê danî ber hemû bindestan. Ev bîrdozî bi bandora xurt a berxwedana gerîla re bûye yek û niha li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê belav bûye. Lewma paşeroj wê ya teoriya modernîteya demokratîk be ku ji aliyê pêngava 15'ê Tebaxê ve hatiye afirandin.

Weke ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje; pêngava gerîla ya şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê pêngaveke înadê, bawerî û îradeyê ye. Nîşaneya wê yekê ye, ku di şert û mercên herî giran de eger gelek ji bo azadiyê biryara berxwedanê dabe, wê karibe hemû zehmetî û astengiyên li pêşiya xwe ji holê rake. Pêngava 15'ê Tebaxê ruhekî şoreşger e, ruhê pêngav û serketinê ye, ruhê Egîd û Zîlan e. Xeta berxwedan û serketinê ye ku di kesayetiya şehîdên me yên leheng de şênber bûye. Ev ruh û xeta ku Pêngava 15'ê Tebaxê wê temsîl dike, îro ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye.

'PÊWÎSTÎ BI RUHÊ SERKETINÊ Û PÊNGAVÊN NÛ YÊN 15'Ê TEBAXÊ HEYE'

Di sala sih û pêncan a Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê de weke gel û tevger bêguman haya me ji van hemû rastiyan heye. Dijmin ji dijminê berî sih û çar salan ne cudatir e. Eşkere ye ku faşîzma AKP-MHP'ê ji xwe re rejîma faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê esas digire û bi restorekirina wê re dixwaze dîktatoriya xwe ya faşîst qirker-mêtinger bidomîne. Ji aliyê dijminatiya li Kurdan ve ne kêmî cûnta 12'ê Îlonê ye. Şerê taybet ê topyekûn ê faşîst-qirker li çar aliyên Kurdistanê belav dike. Ji ber vê yekê, mîna sih û çar sal beriya niha, pêwîstî bi pêngavên nû yên mîna 15'ê Tebaxê, pêwîstî bi pêngav û ruhê serketinê yê 15'ê Tebaxê heye. Em ê ji her alî ve bersivê bidin vê pêwîstiyê.

Li ser vê bingehê divê em li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ku ne kêmî cûnta 12'ê Îlonê ye, di xeta 15'ê Tebaxê de seferber bibin û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê bimeşînin. Li her qadê hemû beşên civakê; bi taybetî tevgerên jin û ciwanan, ji gerîla heta siyaseta demokratîk girîng e hemû hêzên têkoşer ji bo hilweşandina faşîzmê tevbigerin. Bi taybetî, hêzên gerîla divê zanibin ku wezîfeya bingehîn li ser milê wan e û bi vê bîr û baweriyê bi rêbaz û taktîkên afirîner bersiva ku faşîzm jê fêhm dike bi rengekî serketî bidin. Di vê demê de girîng e berê her kesî ji her demê bêhtir li gerîla be. 

BANGA LI GERÎLA Û CIWANAN

15'ê Tebaxê pêngaveke gerîla ye. Di temamiya şerê sih û çar salan de berxwedana gerîla ya diyarker e. Zelal e ku rastiya sala sih û pêncan jî wê bi vî rengî be. Lewma hêzên me yên gerîla wê bi vê bîr û baweriyê tevbigerin û berxwedanek li gorî têkoşîna sih û çar salên bihurî, di sala sih û pêncan de jî nîşan bidin. Yên ku gerîla afirandine û xwedî dikin ciwanên Kurdistanê ne. Gerîla rêxistina herî çalak û dînamîk a ciwanan e. Ciwanên Kurd bi giranî bi rêya gerîla bi rola xwe ya pêşeng radibin. Ciwanên Kurdistanê wê di sala sih û pêncan a 15'ê Tebaxê de hîn bi xurtî bi vê rastiyê bihesin, ji bo mezinkirin û xurtkirina gerîla seferber bibin û berê xwe bidin nava refên gerîla.

BANGA GEŞKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Karên ku weke tevger û gel me di nava sih û çar salan de kir, eynika karên me yên sala sih û pêncan e. Li ser xeta 15'ê Tebaxê em ê têkoşîna topyekûn a li dijî faşîzma AKP-MHP'ê geş bikin û encameke welê biafirînin ku Kurdistanê û Rêber Apo azad bikin û li ser vê bingehê Rojhilata Navîn ronî bikin. Li ser vê bingehê em pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê ku dikeve sala sih û pêncan careke din pîroz dikin, şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û bang li gel û dostên xwe dikin bi taybetî ciwanên Kurdistanê û gerîlayên azadiyê, ku li dijî rejîma faşîst-qirker têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê xurtir bikin."