Piştrast bû ku li Heyvê qeşa heye

Zanyarên NASA’yê piştrast kirin ku li ser rûyê Heyvê ava heye.

Dihate zanîn ku li Heyvê, li bin erdê ava heye, lê zanyarên NASA'yê piştrast kirin ku ava bi rengê cemidî heye.

Ev çavdêrî di kovara zanistê ya Amerîkayê PNAS'ê de weşiya. Qeşa li bakur û başûrê Heyvê, li wan krateran ku tîrêjên rojê naçin ser heye. Li vir germahiya hewayê ti caran ji -150'î nabihure.

NASA'yê ragihand, çend mîlîmetre li rûzemînê li gel qeşayê av wê ji bo keşfên siberojê û mayina li Heyvê bibe kanek. NASA ji 1972'yan ve bi wê projeyê ye ku mirovan bişîne Heyvê.

Lêkolîneran 2008'an bi sondeya amûreke ku bi sondaya Hîndê re şandibûn, çespandin ku li heyvê qeşa heye. Cara pêşî ye ku zanyar bê nîqaş diçespînin ku ava qeşayî li Heyvê heye.

Lêkolîner 2017'an gihaştibûn wê encamê ku li kûrahiya Heyvê av heye. Av her wiha li Merkûr û Marsê jî hatibû dîtin. Bi taybetî jî li Marsê bi rengê avî goleke binerd jî hatibû dîtin.