Piştî ku qeyûm bavê wî ji kar derxist, wî dest bi kar kir

Zarokê bi navê Mervan ê li Amedê, ku bavê wî ji aliyê qeyûm ve ji kar hate derxistin, hewl dide debara malbata xwe bide. Mervan dibêje, "Min dixwest bixwînim, bilîzim, lê malbateke min heye ku divê xwedî bikim."

Piştî ku Şaredariya Çinarê ya Amedê di meha Çileyê de bi destê qeyûm hate desteserkirin, bavê Mervan Mûrat Karaca ji kar hate derxistin. Mervan ji wê rojevê ve, ji bo malbata xwe xwedî bike li nava kolanên Amedê simîtan difiroşe. Mervanê ku bi dengê xwe yê xweş bi Kurdî distirê, bi rojê simîtan difiroşe, êvarê jî li Kolana Hunerê ya Amedê stranên berxwedanê yên bi Kurdî distirê.

PIŞTÎ KU QEYÛM BAVÊ WÎ JI KAR DERXIST, DEST JI DIBISTANÊ BERDA Û DEST BI KAR KIR

Hikumeta AKP'ê, ku şaredariyên gel ên li Kurdistanê xesp dike û qeyûman lê bi cih dike, erkên hevşaredarên navçeya Çinar a Amedê ji wan stand. Bi desteserkirina erkên hevşaredaran re, qeyûmê fiîlî yê AKP'ê, bi dehan xebatkarên şaredariyê ji kar derxist. Bavê Mervan jî ku di karê avdanê de dixebitî, ji kar hate derxistin. Mervan anî ziman, piştî ku karê bavê wî jê hate standin, kes nema li malbatê binere û got, "Du xwişk û birayên min hene. Xwişka min xwendekara lîseyê ye, birayê min jî hê di dibistana seretayî de dixwîne. Ji ber ku kes nema karibe malbatê xwedî bike, min jî di pola 12. de dest ji dibistanê berda û dest bi kar kir."

Mervan anî ziman, ku ew her roj ji Çinarê dihat navenda Amedê, simît difirot û piştre tevî malbata xwe bar kirine navenda Amedê. Mervan, ku mîna bi hezaran zarokan li Amedê dixebite, diyar kir ku wî di destpêkê de bi rojê simît difirot, lê belê ji ber ku têra debara malbatê nedikir, êvarê jî li kolana hunerê dest bi gotina stranan kiriye.

Mervan diyar kir, ku ew gelekî hez ji lîstikê, ji çûyîna dibistanê dike û got, "Lê belê gelekî dibetilim. Ji xwe heta nîvê şevê dixebitim. Wextê min ji bo lîstinê nîne. Bêrî lîstikê dikim, lê neçar im malbata xwe xwedî bikim."

'HERÎ ZÊDE JI STRANA QAMIŞLO HEZ DIKIM'

Mervan anî ziman, stranên Kurdî ku dibêje di dema dibistanê de bi saetan li wan guhdarî dikir, bi vî rengî ji ber dikir û got, "Gelekî hez ji stranên Kurdî dikim. Ji xwe ji axaftina bi Tirkî hez nakim. Bi zimanê xwe yê dayikê daxivim. Stranên Tirkî bala min nakişînin. Stranên ez lê guhdarî dikim, li ser gerîla û berxwedanê ne."

Mervan da xuyakirin, ku strana ew herî zêde jê hez dike ku guhdarî bike û bistirê, strana 'Qamişlo' ya li ser çîrokek li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û di dema hevpeyvînê de vê stranê ji me re jî distirê.

'EZ Ê HESAB JI YÊN EZ NEÇARÎ KAR HIŞTIN BIPIRSIM'

Mervan nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP'ê û qeyûmê ku ew xiste vê rewşê da û got, "Ez ê hesab ji yên ku bavê min bê kar hiştin û di vî emrî de ez neçarî kar hiştin, bipirsim. Em ê şaredariya xwe teqez bi dest bixin. Bavê min wê li karê xwe vegere û ez ê jî neçar nemînim ku kar bikim."