Pirtûkên di nav de peyva Kurdistanê derbas dibe hatin qedexekirin

Pirtûkên bi navê Evîna Rojdayê û Rûpelên Binaxkirî yên ji aliyê Weşanên J&J ve hatin çapkirin, hatin qedexekirin. 

Pirtûkên bi navê Evîna Rojdayê û Rûpelên Binaxkirî yên ji aliyê Weşanên J&J ve hatin çapkirin, hatin qedexekirin. Nivîskar Feysel Ozdemîr diyar kir ku her du pirtûkên wî yek roman e û ya din jî çîrokên gelerî ne û anî ziman ku bi hinceta "propagandaya rêxistinê dike" û navê Kurdistanê di pirtûkan de derbas dibe hatine qedexekirin.

'BI TÊKOŞÎNÊ ZIMANÊ KURDÎ BI PÊŞ KET'

Ozdemîr da zanîn ku bi sed salane li ser vê axê zimanê Kurdî qedexe ye û wiha axivî: "Ne tenê zimanê Kurdî, hebûna Kurdan bi xwe li ser vê erdingariya qedexe ye. Ji ber pişaftin û qedexeyên li ser zimanê Kurdî destûr ne dihat dayîn ku ziman di aliyê wêje û rêzîmanî de bi pêş bikeve. Van salên dawî bi têkoşîna ji bo ziman û wêjeya Kurdî re zimanê Kurdî di hemû aliyan de bi pêş ket. Lê mixabin herdem bûye hedefa dewletê û zextên li ser zimanê Kurdî didomin. Van du salên dawî zextên li ser ziman dîsa xwe dan der û dixwazin zimanê Kurdî ji holê rakin. Di nava du salên dawî de bi hezaran pirtûkên Kurdî hatine qedexekirin."

'PIRTÛK QEDEXE KIRIN Û DOZ LI NIVÎSKAR VEKIRIN'

Ozdemîr anî ziman ku ew di serdemek gelekî girîng de ne û wiha pê de çû: "Ziman û wêjeya Kurdî di serdemek gelekî girîng de ne. Hemû pirtûkên Kurdî têne qedexekirin û dewlet dixwaze pêşî li nivîskarên Kurd bigire. Herî dawî pirtûkên min yên bi navê Evîna Rojdayê û Rûpelên Binaxkirî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve hatin qedexekirin û doz li min hate vekirin. Der barê herdu pirtûkên min de biryara komkirinê  hate dayîn. Her wiha li du xwendevanên pirtûkên min ji cezayê pere hate birîn. Li vî welatî êdî dê kî pirtûk binvîse, dê çi binvîse û dê gel çi bixwîne dozger dê biryaran bidin. Li herêmê bûyerên sosret diqewîme û çapemeniya Tirkiyê jî ji durve jî nabîne. Pirtûka min ya Rûpelên Binaxkirî li gel çîrokên gelerîne û ti eleqaya xwe bi piropaxandaya rêxistinê re tine ye jî hatine qedexekirin. Eger pirtûk Kurdî be û berjewendiyê bide gel çi dibe bila bibe li Tirkiyeyê qedexe ye. Ev biryar derqanûnî û derhiqûqî ye.”

DAMEZRÎNERÊ KURDISTANÊ KÎ YE?

Ozdemîr destnîşan kir ku piştî pirtûkên wî hatin qedexe kirin doz lê hate vekirin û polîsan ji bo îfadeyê ew biriye Midûryeta Polîsan a Şaxa TEM’ê. Ozdemîr wiha axaftina xwe domand: "Di pirtûkên min de navê Kurdistan û Apo derbas dibin. Li TEM’ê polîsan ev pirs ji min pirsîn, 'Kurdistan li kû derê ye û damezrînerê wê kî ye? Apo kî ye û ji bo çi te peyva Apo û Kurdistanê nivîsandiye?' Axa ku em li ser dijîn navê wê Kurdistan e û zimanê me jî Kurdî ye. Welatê me were înkar kirin jî lê zimanê me nayê înkar kirin. Em bi sed salan in li ser vê axê dijîn û xwediyê qedîm yê vê axê ne."

'EM Ê BINIVÎSIN'

Ozdemîr got ku çi dibe bila bibe wê dest ji nivîsandinê bernede û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Dewlet çiqas qedexe bike ewqas em ê binivîsin û zimanê xwe bi pêş bixin. Dikare pirtûkên me qedexe bike lê nikarin pêşiya ramanên me bigirin û qedexe bike. Ti kes nikare li pêşiya pênûsa me bibe asteng û em ê ji nivîsandinê tewîz nedin. Bi van qedexeyan dixwazin nivîskar serî bitewînin û nivîstan tiştên ew dixwazin binivîsin. Lê belê ev ne gengaz e û wê ev daxwaz bi ti awayî neyê cih."