Piraniya zarokên Xorasanê bi nexweşiya çerm ketine

80 ji 100’yî yên gundê zarokên Eyaleta Xorasana Başûr a Îranê bi nexweşiya çermê laş ketine.

Parlamenterê navenda rêveberiya eyaletê Bircendê Mihemmed Bager Ebadî got 80 ji 100’î yên zarokên gundên Xorasana Başûr bi nexweşiya çermê laş ketine.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îlnayê Ebadî got, ‘’Van sê mehên dawî min ew ji nêz ve dîtin’’.

Ji ber kêmbûna avê şêniyên herêmê baş nikarin paqijiya xwe bikin. Li 480 gundên Xorasana Başûr av kêm e û av bi qemyonan tê dayin. Gelek robar ziwa bûn.

Kêmbûna avê û ziwabûn hema hema li tevahiya Îranê problemeke giran e.

Tê gotin, ji ber sedema ku rêveberina avê baş nayê kirin ev bobelata ekolojîk rû dide. Bêyî ku li şertên derdorê binerin, ji bo ku hin kes dewlemend bibin gelek bendav hatin çêkirin. Çem û robar ziwa bûn û hikûmetê ti tevdîrek nestand.

Ji bo projeyên leşkerî û sanayiya çandniyê av bi sexberiyê hate bikaranîn. Ne tenê çem û robar, çirav jî ziwa bûn. Wezîrê Enerjiyê beriya bi demeke kurt got krîza avê bandora xwe li ser 334 bajar û 35 milyon kesî heye.