Peywirdarên tendirûstiyê yên dildar li eniya pêş in

Şervanên enternasyonalîst ên ku ji welatên cihê hatine û di ‘Şerê Mezin’ de cih digirin ji bo ku mudaheleye pêşî li şervanan bikin bi dildarî dixebitin.

Li Rojava û Bakurê Suriyê ji ber ambargoyê ji lojîstikê ta bi cebilxaneyê her tişt kêm e. Li eniyê malzemeyên alîkariya pêşî û derman kêm in. Li gel vê jî QSD zorê li hemû bêderfetiyan dike. Şervan ji bo ku di eniyê de ji pêdiviyan re bibin bersi û mudahele li birîndaran bikin tişta ji dest wan tê dikin.

Jiyan Bengî, Dilan Cudî, Egîd û Çiya ku ji welatên cihê ji bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê hatine li eniyên pêş bi dildarî mudaheleya pêşî li şervanan dikin. Şervanan diyar kirin ku ev vî karî ji bo xwe pir girîng û pîroz dibînin û ji ANF’ê re axivîn.

Ji kengî ve li Rojava yî?

Jiyan bengî: Beriya bi 2 sal û nîvan ji Elmanya hatim. Tevlî pêngavên Şehîd Rûbar û Minbicê bû qonaxa pêşî ya pêngava Reqayê bûm. Niha di pengavên ber bi navenda bajêr de cih digirim. Weke niha tim xebatkariya tendirûstiyê dikim.

Kemasiya we herî pir çiye?

Li ser Rojava û Bakurê Sûriyê ambargoyeke mezin heye. Gelek lêzimiyên me kêm in. Li nexweşxanê derman kêm in. Di standartên Ewropayê de derfetên me nîn in. Mînak darbestên ku em birîndaran hilgirin di dest me de zêde nîn in. Ji bo vê em derfetên xwe bi kar tînin, tişta ku ji dest me tê em dikin. Cihên ku em diçine şertên me zor in, an divê em bi meşê biçin an jî bi wesatiya zirxî. Li dijî suîkast û mayinan divê em birîndaran hilgirin.

Hebûna we ya li eniyê bandoreke çawa li şervanan dike?

Heval dema ku me, karê me û kêferata me dibînin moralê wan zêde dibe, bihêz dibin. Hin hevalên me ji der ve hatine. Mirov dema ku bi hev re hev xurt dike. Dema ku mirov bi hev re be, dest bide hev û şer bke, hêzê bide hev, rewşa qenciyê ye, xweş e.

Di vê pêngavê de herî pir çi bandorê li we kir, dikarî ji bo xwendevanên me bibêjî?

Carekê em çûbûn ku rahêjin 5 hevalan. Hevalek 20 metre li pêş mabû. Suîqastvanek hebû, me nedikarî xwe bigihîniyê. Ji me weye ku şehîd bûye. Me hewl da ku wî bînin û me ew anî, me dît ku şehîd nebûye. Birîna wî giran bû. Îhtîmaleke biçûk jî be mirov hembêz dike, heta dawiyê hewl didî ku zorê lê bikî. Me nekarî wî xilas bikin, şehîd bû..

Di rewşa birîndarbûnê de carinan mirov dikare rewşê sivik bike. Ji ber ku şervanên cara pêşî birîndar dibin hinekî qurf bi wan re çêdibe. Wê demê mirov dikare moral û hêzê bide wan.

Dema ku hûn bi birîndaran ve diçin carinan hûn di xeta şer de dimînin?

Belê. Em pir nakevin nav şerê germe germ e lê dîsa jî carinan suîkastan dikin, çete êrîş tînin an jî mayin diteqin. A rast dema ku mirov baldar be, bi serê xwe mirov tevnegere û li gorî disîplîna hevalan mirov bimeşe zêde arîşe dernayên. Her kes hev temam dike.  Hevalê ku alîkariya pêşî dike, ajokar, doktor her kes peywira xwe rast û bê kêmasî bike arîşe kêmtir dibin. Heke li deverekê kêmasî hebi nev dibe sedema arîşeyan.

Ev çend sal îli Rojava yî, kengî te dest bi xebata tendirûstiyê kir?

Dîlan Cûdî: Ez 2015’an hatim. Tevlî pêngavên Hesekê, Hol, Şedadê û Silûkê bûm. Li Silûkê birîndar bûm. Piştî ku baş bûm tevlî pêngava Tebqa bûm û niha li Reqa me.

Berê zêde min xebatên tendirûstiyê nedikir. Lê di pêngavên Hesekê û Holê de min dît ku hevalê min şehîd bûn. Ji ber birîndariyên ku dikarin werin xilaskirin naxwazim ku şehîd bibin. Em ji bo şoreşê li vir in. Ez jî tevlî xebatên tendirûstiyê bûm.

Herî pir çi zorê li we dike?

A ku herî pir zorê li min dike ew e ku hevalên ku me pir dema bi hev re derbas kir û gelek tişt par ve kir birîndar bûn û şehîd bûn. Wê demê dilê min diêşe, jixwe ji bo vê ez bûm xebatakara tendirûstiyê, ji bo ku bikaribim wan xilas bikim. Carinan demak u birîndar çêdibin ji ber suîkast û mayinan nikarî birîndaran rakî. Carinan mayin bi te de diteqe. Rewşa te jî giran dibe. Divê birîndar xilas bikî.

Hevalek min hebû, pir mirovek baş bû, ji her alî ve. Em salek û nîvê bi hev re man. Em bi hev re çûne Şedadê. Bi suîkastê birîndar bû. DAIŞ’î hebûn, heval nikarîbûn bi me ve werin.  Min ew da ser milê xwe û got meraq neke heval wê werin. Lê hevalê min şehîd bû. Rewşa wê kêliyê mirov nikare bibêje.

Tu şervan û hem xebatkara tendirûstiyê yî. Hem şervanî û hem jî xilaskirina jiyanê hîseke çawa ye?

Ti cihêtiya wan ji hev nîn e. Ji ber ku têdikoşî. Heke ez wî nekujin ew ê hevalê min bikuje, wê jin û zarokan bikuje. Tu bi rêxistineke wiha re şer dikî ku bûye bela serê mirovahiyê.

Şervanên enternasyonal ên bi navê Egîd û Çiyager jî hem şervan in û hem jî xebatkarên tendirûstiyê.

Egîd got divê pêşî ewlehiya birîndaran were standin piştre tendirûstiya wan û piştre zû divê wan bigihînin nexweşxaneyê. Edîg diyar dike ku tim tehdît li ser wan heye û li gel vê jî ji bo ku birîndaran xilas bikin ew seferber dibin.

Egîd dibêje Reqa dişibe Berlîna Elmanya ya Naziyan û dibêje dema ku Reqa azad bû li Sûriyê wê DAIŞ xilas bibe.

Çiyager jî şervanekî Swêdî ye. Ev du meh in li Reqa dixebite. Çiyager dibêje ji bo ku li dijî DAIŞ’ê şer bike hatiye Sûriyê, Ewropa dikare xurtir li dijî DAIŞ’ê şer bike lê vê nake.

Çiyager dibêje ew di artêşa Swêdê de di sihhiyeyê de kar dikir û ji bo vê jî  li Reqayê di heman qadê de dixebite. Çiyager dibêje ew hîs dike ku ji bo birîndaran karekî baş dike û ew wê kêliya ku hevalê wî yê bi navê Davîd şehîd bûyî ji bîr nake.