Peyama HDP'ê ji bo sersalê: Zalim wê têk biçin!

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî di peyama sersalê de gotin, zû ya jî dereng, zalim wê biçin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî bi wesîleya sersalê peyameke nivîskî weşandin û gotin, "Li dijî êrîşên bê eman ên desthilatdariyê, bi sekna bi biryar û bi têkoşîneke qewîn em sala 2018'an bi dawî dikin. Me têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê bi ked û berdêlên giran meşand û em bi biryar in ku sala 2019'an jî bi heman wêrekî û hêviyê bidomînin."

Hevserokên HDP'ê diyar kirin, tifaqa şer a ku li dijî têkoşîna edaleta civakî hatiye kirin, hêza wan qels nake, lê mezin dike û gotin, "Li dijî zîhniyeta desthilatdariyê ku hemû nirx û pîvanên însanî û exlaqî binpê dike, em ya nû, ya mafdar û ya wekhev temsîl dikin.

Em pê bawer in; zû ya jî dereng wê zalim têk biçin. Feraseta otorîter û tekparêz a ku mîadê xwe dagirtiye zû ya jî dereng wê têk biçe."

Hevserokên HDP'ê diyar kirin ku hêvî û bendewariya wan a ji bo sala 2019 bibe sala biserketina azadiyê, biryardariya wan a têkoşîn û berxwedanê xurt dike û gotin, "Di destê me de ye ku em sala 2019'an ji bo nirxên mezin ên însanî, mafên gerdûnî, wekhevî, aştî, demokrasî, edalet û azadiyê bikin saleke serketî. Eger em bixwazin û jê bawer bin, em ê karibin bikin."

Bûldan û Temellî li ser vê bingehê sala nû pîroz kirin û gotin, "Hêvîdar in 2019 ji bo gelên me bibe saleke destketiyan."