Peyama HCÊ ya ji bo cejna Çarşema Sor

Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ) cejna "Çarşema Sor", li civaka Êzidî bi taybetî li penaberên fermana Şengalê ya 3ê Tebaxa 2014, li civakên Kurdistanê û li tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Hevgirtina Ciwanên Êzîdî bi wesîleya Cejna Çarşema Sor peyamek weşand.

Peyama HCÊ wiha ye:

"Cejna 'Çarşema Sor', bi navên 'Çarşema serê Nîsanê', 'Cejna Sersalê' an jî weke 'Roja Afirandina Cîhanê' tê naskirin. Ev cejn, cejna civaka Êzîdî ya herî mezin û bi wate ye, lewma jî wek sersala Kurdî tê pîrozkirin. Çarşema serê Nîsanê li gorî bîr û baweriyên civaka me, roja afirandina cîhanê ye. Çarşema Sor roja destpêka aştî û aramiyê ye.
 
Em bang li hemû ciwanên Êzîdî dikin:

Koçberbûn, rev û jiyana li dîaspora ji me re ne çareseriye, ev tenê ji dijmin re dibe kar û dibe sedemê asîmîlasyona me! Perçebûn ne çareseriye, dubendî me pêşde naxe. Dijmin baş dizane ku dilê Rojhilata Navîn Kurdistan e. Her wiha dijmin êdî fêhm kiriye ku kilîta Kurdistanê Ezdîtayî ye. Lewma dijmin her şewazên qirkirinê li hemberî Êzdiyan bi kar tîne.
 
Ciwanên Êzîdi, em banga tifaqê dikin û dibêjin:

Werin em Êzîdxanê ava bikin, bi giyana Mam Zekî Şengalî jinûve zindî bikin û biparêzin.

Werin em li nirxên ve ola pîroz xwedî derkevin.

Werin em cejnên xwe li xaka xwe li ber parestgehên xwe yên pîroz bi hevre pîroz bikin!

Lewma em bang dikin: werin em bibin yek."