Petêxan bi mehsûlên cuda pev diguherin

Welatiyên li taxa Melava ya navçeya Rêya Ermûşê ku dest bi komkirina petêxan kirin, hinekan li bereqeyên li kêleka rêyan difiroşin û hinekan jî li bajêr, navçe û gundên derdorê bi mehsûlên cuda pevdiguherin.

Welatiyên li taxa Melava ya navçeya Rêya Ermûşê ya Wanê, ên di meha Gulanê de tovên petêxan diçînin, dest bi komkirina wan kirin. Welatiyên li zeviya taxê ya li kêleka rêya Qelqeliyê ku petêxên kom dikin, hinekan li bereqeyên li kêleka rê difiroşin û hinekan jî li bajêr, navçe û gundên derdorê bi hilberînên cuda pevdiguherin. Welatiyê binavê Xidir Dag ê 53’ê salî ku 40 sale petêxan diçîne, diyar kir ku her çiqasî derdê  wan ê pere komkirinê hebe jî, ev kar ji bo wan  bûye mîna çandekê û mayînde bûye.

PETÊXAN DIŞÎNÊN GELEK HERÊMÊN WANÊ

Dag da zanîn ku di meha Gulanê de li zeviyan xebatek berfireh dest pê dikin û wiha axivî: “Em zeviyên petêxan tim ji gihayên bizerar paqij dikin û av didin. Di hefteya dawî ya Tebaxê de beran kom dikin. Petêx di navbera 19 û 130 rojî de stewihîn. Gola Erçek a nêzî taxê ye ji bo zeviyên petêxan avantajek mezin e. Ji bo petêx çêbibin, pêdivî bi germahî û nêmê heye. Ger mirov kedê bide, wê ax jî beramberî wê bide te.”

‘WÊ EV KAR JI ZAROKÊN ME RE BÎMÎNE’

Dag dest nîşan kir ku wê piştî wan, zarokên wan vî karî bidomînin û wiha bilêv kir: “Em karê xwe dikin. Salê du caran em bi vî karî re eleqedar dibin. Di heman demê de karekê bê mesref e. Pirsgirêka me ya herî mezin qîjalk zerarê didin petêxan. Em neçar in ku zarokan tim di zeviyan de bihêlin.”

 ‘HILBERÎNA BAŞ BI AVDANIYA BAŞ DIBE’

Dag eşkere kir ku hilberîna baş bi rêbaza rast a avdaniyê çêdibe û wiha pê de çû: “Mirov çiqas zeviyê baş av bide, ewqas hilberînê  bi dest dixwe. Mînak ji bo avdaniya petêxan, rêbaza avdana bi dilopan  girîng e, lê me ev yek nekir. Ji ber vê berên me baş negihaştin.”

PEVDIGUHERIN

Dag diyar kir ku gelek caran petêxan bi mehsûlên cuda pevdiguherin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berê em bi erebeyên destan û traktoran diçûn gundan û me hilberînên xwe pevdiguhertin. Niha jî em bi wesayîtan diçin  gundan û hilberînên xwe pevdiguherin. Bi taybetî em petêxan bi genim, penîr û şîr pevdiguherin. Kîloya petêxan 1 TL ye, ya penîr jî 10 TL ye. Di vê rewşê de em 10 kîlo petêx bi 1 kîlo penîr didin. Hilberîn keyfxweşiyê dide mirovan. Em pir hez ji jiyana gund dikin. Hinek gundî bi zeviyan re û hinek jî bi sewalkariyê re eleqedar dibin. Em vê jiyanê bi tu tiştî naguherin.”