BI DÎMEN

'Perwerde bingeha rêvebirina şoreşê ye'

Dewreya perwerdeyê ya Şehîd Huseyîn Herekol a li Akademiya Şehîd Rustem Cûdî li ber qedandinê ye. Hîndekar û şagirtên akademiyê ji encaman gelekî kêfxweş in.

Akademiya Ş. Rustem Cûdî ya li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, ku ji sala 2014'an û vir ve her sal bi sedan şagirtan perwerde dike, bi dewreya Ş. Husên Herekol vî karê xwe didomîne. Rêveberiya akademiyê û dewreya Ş. Husên Herekol li ser perwerdeya li akademiyê ji ANF'ê re axivîn.

'ROJAVA QADA PERWERDEYÊ YA RÊBER APO YE'

Sozdar Bagok ku di rêveberiya akademiyê de cih digire, akademiya Ş. Rutem Cudî wek sazîkirina civaka azad bi nav dike û wiha dibêje; "Akademiya me di sala 2014’an hat avakirin. Rojava wek ku tê zanîn qada rêbertiyê ye, qada perwerdeyê ye, keda Rêber Apo di vê qadê de pir çêbûye, gel hatiye rêxistin kirin, ji ber vê jî çanda akademî û zanistiyê li vir heye.  Armanca akademiyê ya sereke perwerdekirina civakê ye, ji ber ku civak bi hezar salan li ser çanda deshilatdar û kapîtalîzmê hatiye perwerdekirin. Civak û takekes, ji hev hatiye qut kirin. Bi taybetî jin ji civakê hatiye qut kirin. Ev jî bûye sedem ku civak li ser lingekî bimeşe û civak nikare ku cihê xwe di rêveberiyê de bigire. Armanca qada akademiyê yek jî ew e ku, kesên ku cihê xwe tê de digirin, ciwan, jin bikaribin li ser îdeolojiya azadiya mirovahiyê xwe perwerde bikin, xwe nas bikin û xwe bi rêxistin bikin, ji bo ku bikaribin xwe bi rê ve bibin. Eger ku mirov xwe nas bike, wê bikaribe wan nirxên ku mirovahî li ser hatiye ava kirin, bimeşe. Dersên me yên akademiyê li ser bingehê zanistê hatiye amadekirin. Civaka xwezayî, dîroka jinê, dîrok çawa hatiye nivîsandin û kesayet û civak çawa ku ji civakê qut hatiye girtin. Civakê xwe li ser ked û nirxên pîroz daye ava kirin. Ji ber vê çand û exlaq, şerê taybet li ser kes û civakê çawa bandor kiriye û hwd. Gelek dersên girîng yên din jî hene. Li ser van dersan tên perwerde kirin. Dema ku kesayet xwe nas dike, moralê digire, dema ku kesayet moralê digire hîn bi coş tevlî jiyanê dibe. Mirov xwebûnê dijî, heta ku xwebûnê nejî, nikare di nava civakê de bibe xwedî bandor. Dîsa di nava dîrokê de, em dersên dîroka tevgera azadiyê û ya Kurdistanê didin. Ev jî dibe bingeh ku civak xwe li ser koka xwe ava bike. Ev jî bê guman li ser keda Rêber Apo hatiye avakirin."

'ARMANCA ME YA SEREKE PÊKANÎNA ÎDEOLOJÎ Û PARADÎGMAYA RÊBER APO YE'

Şagirtê dewreya perwerdeyê ya Husên Herekol Mîtan Cûdî ji bajarê Hesekê tevlî vê perwerdeyê bûye. Cudî dibêje, ji bo pêkanîna îdeolojî û paradîgma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew tevlî vê perwerdeyê bûye. Mîtan Cûdî sedema hatina xwe ya perwerdeyê wiha tîne ziman; "Em dixwazin sîstemeke nû ya federasyonê li cîhanê belav bikin. Ewqas tevlîhevî li Rojhilata Navîn hat kirin. Kî hat, talan kir. Kî hat, xwest çanda xwe li Rojhilata Navîn bi cih bike. Di vê pêvajoyê de jî em ê sîstemek nû ava bikin. Federalî çiye? Ji cîhanê re em federeliya demokratîk pêşniyar bikin û bidin nîşandan. Ne weke federalîzm kesî, ne weke ya Amerîka û dewletên din. Federalîzma me wê xweser û demokratîk be. Rêveberiya xweser çi ye? Em ê temîla wê bikin. Ji bo vê jî perwerde girîng e, ji bo ku civak xwe bi rêve bibe, çi kesayet be, çi jin dibe û çi mêr dibe pêwîste perwerde bibîne. Ji bo xwe nas bike, ji bo ku dîroka xwe nas bike, ji ber rêbertî gotiye mirovê ku dîroka xwe nas neke, ew wek mirîşkek serjê kiriye, dipilpite, heya ku jiyana xwe ji dest dide. Li ser vê bingehê ez dixwazim hemû hevalê me û dostê me di tevgera Apoyî de tevlî perwerdeyê bibin ji bo ku xwe nas bikin."

'DI VÊ PERWERDEYÊ DE ME SEDEMA JIYANA XWE NAS KIR'

Semîha Maû jî ji bajarê Amûdê ye û ew jî bal dikîşîne ser girîngiya perwerdeyê û rêveberiya azad. Maû ji bo tevlîbûna xwe ya vê perwerdeyê kêfxweşiya xwe tîne ziman û wiha dibêje; "Ev mehek em li akademiya Ş. Rustem Cudî perwerde dibînin. Ji bo ku em pêş bikevin û em bizanibin em ji bo çi dijîn. Ji bo ku em sibe çi bikin, dusib çi bikin û demê pêş em çi bikin. Me gelek tişt di vê perwerdeyê de nas kirin. Berê gelek pirs di serê me de hebû, lê me bersiva wan nizanibû. Lê roj bi roj dema ku hevalên me tên perwerde didin, em jî baştir nas dikin. Jiyana me ji bo çi ye û em ji bo çi di vê jiyanê de kar dikin? Me gelek ders dîtin û van dersan gelek feyde ji bo me kirin. Mînak dersa Rojhilata Navîn, şerê taybet, dîroka Kurdistanê, diroka jinê û hwd. van dersan hemû ji bo me gelek feyde anîn. Hevalên me gelekî tevlî perwerdeyê dibin. Hemû rêveber in û di PYD’ê de ne, niqaşên wan pir in. Ez bawer dikim ku kî li vir perwerdeya xwe xilas bike wê li ser karê xwe bisekine, hemû gelek jêhatîne û hemû rê û rêbazê xwe nas dikin. Berê dema ku digotin rêveberî me digot qey tenê tu yê biçî li ser wê kursiyê rûnê. Lê dema ku dersa rêveberiyê dane me, me nas kir ku rêveberî çiye? Rêveberî tenê ne li ser kursî rûniştine, divê tu nas bikî ku wateya wê çiye? Tu yê bi fikrê xwe biçî, tu nas dikî ji bo çi tu li ser wê kursî rûştiyî. Ji bo ku tu di karê xwe de pêş bikevî, rê û rêbazê te hebe, ûslûbê te xweş be bi endamê saziyê re û bi civakê re. Ji bo ku tu civakê pêş bixî. Berê çend rojan em çûn Til Xelef, demek dirêj bû ku me dixwest em biçin ew jî ji bo me pir başbû ger em neçûbûna wê kêm bima."

'BI RÊYA VÊ PERWERDEYÊ EM XWEDÎ LI NIRXÊN ŞEHÎDAN DERDIKEVIN'

Endamê Komîna Ş. Warsîn a eyaleta Tirbespiyê Sener jî armanca hatina xwe ya perwerdeyê wiha  diyar dike; "Ez li vir di akademiya Ş. Rustem Cûdî ya li Serêkaniyê cih digirim. Wek mîlîtanek Serok Apo em hatin perwerdeyê. Ev pênc sal in li gelemperiya Sûriyeyê, bi taybetî li Bakurê Sûriyeyê şoreşek pêk tê. Em jî cihê xwe di nava vê şoreşê de digirin. Me di nava pratîkê de xwe bi rê ve dibir. Lê piştî ku me ev perwerde dît, me nû girîngiya perwerdeyê nas kir. Hê nû em dizanin ku perwerde mirovan pêş dixe û mirov tîne li ser rêya rast. Perwerde dibe bingehek ji bo ku şoreş bi rê ve biçe. Ev hevalên ku em bi hev re hatin vê perwerdeyê wek lêgerînerên heqîqetê, şagirtên Rêber Apo ne û di dibistanan fikir û ramanên wî de em perwerde bibînin ku bikaribin bibin pêşeng ji serdema nû re. Em bikaribin bi rêya vê perwerdeyê ji vê civakê re bibin pêşeng û bersiv. Ez dixwazim vê gotina nemir Şehîdê Cizîra Botan Mehmed Tûnç bibîr bînim; 'em ne berxê serî li ber kêrê ne, êdî em şervanên lêgerîna rastin'. Em jî bi rêya vê perwerdeyê hatin li vê xwedî derbikevin. Her wiha xwedî li Serokê xwe derbikevin ku di zindanê de berxwedaniyek pir dijwar dide. Ji bo azadiya hemû miletê bindest, em ji civaka xwe re bibin pêşeng ku em bikaribin ji fikir û ramanên Rêber Apo re bibin bersiv. Serketinê ji bo hemû miletê bindest re dixwazin, serketin ji bo miletê Kurd û azadî ji bo Rêber Apo." 

'EM DI VÊ PERWERDEYÊ DE LI DIJÎ KEYSAET Û FERASETA PAŞVERÛ LI BER XWE DIDIN'

Adlar Fatmê jî ku endamê saziya malbata şêhîdan a bajarê Hesekê ye dibeje, berxwedana ewil li Serêkaniyê hat kirin, ew jî îro li ser bingeha wê berxwedanê li hember kesayet û feraseta paşverû li ber xwe didin. Fatmê wiha berdewam dike; "Berxwedana ewil ya ku li Rojava çê bû li Serêkaniyê bû. Çanda kevin a Til Xelef jî li Serêkaniyê ye. Me bi xwe jî berxwedanek li vir da. Ne tenê berxwedana li hember çeteyan, em heman demê de li hember kesayeta xwe û feraseta xwe jî berxwedaniyek mezin didin. Neteweya demokratîk, bi hemû neteweyên li vir jiyîn re li ser fikir û ramanên Rêber Apo, fikir û ramanên rast ya dîroka veşartî ku em di van perwerdeyan de dibînin. Her wiha li ser fikir û ramanên Rêber Apo, rastî û rastiya dîrokê, bi taybet rastiya gelê Kurd em dinasin. Encamê ku me perwerdeyê girtiye û em li ser vê felsefê kar bikin, di nav gelê xwe de em civakek demokratîk ava bikin, wê feraseta dewletê û feraseta şaş rakin û bi ferasetek demokratik civakê ava bikin."