Pêngava Şoreşgerî didome: 7 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên di çarçoveya pêngavên şoreşgerî yên li dijî dagirkeriyê de bi qasî hate zelalkirin 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî yên li dijî artêşa Tirk de hatin kirin agahiyên berfireh parve kir.

HPG’ê ev agahî da:

HEFTENÎN

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Hefteîna ya li dijî operasyonên dagirkeriyê ya li herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê hatibû destpêkirin hêzên me 17’ê Îlonê saet 11:30’î li dijî hêzên dagirker ên li ser rêya devera Girê Hêliz kar dikir çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku dozer hate hedefkirin, leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê devera Geliyê Pisaxa bombe kir. Piştî çalakiyê yekîneyên me bi saxlem vegeriyan navendên xwe.

Hêzên me di çarçoveya pêngavê de 18’ê Îlonê saet 11:00’ê li dijî dagirkerên li girê Şehîd Mervan bi cih bûbûn çalakiyeke sekvaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

XAKURK

Çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de dewam dikin. Di vê çarçoveyê de;

18’ê Îonê saet 16:50’î hêzên me li dijî artêşa TC’ê yên li Girê Şekîf ê li herêma Xinêre ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih bûne çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku çeper û kozikên dijmin ji du baskan ve bi dijwarî hate lêdan, 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. Artêşa TC’ê ya piştî çalakiyê derver bi çekên gulan ketober dan ber guleyan, kuştî û birîndarên xwe di saetên şevê de bi helîkopterên Skorsky ji qadê rakiribûn.

19’ê Îlonê ango îro saet 06:50’î li dijî yekîneyên artêşa Tirk ên li Girê Şehîd Botan a girêdayî herêma Xakûrkê dest bi operasyonê kiribû çalakiyek sekvaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Hêzên me yên YJA Star 17’ê Îlonê saet 16:30’î li dijî mekîneyên kar ên artêşa Tirk ên li Girê Banê yê li herêma nêzî Girê Kordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê ji bo dagirkeran kozik û çeper çêdikir çalakiyek kirin. Di vê çalkiya wesayîta dozer hate hedefkirin de, hejmara kuştî û birîndaran nehate zanîn. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê derdor bi ketober bombe kir.

Yekîneya me ya çalakî kirî bi silametî vegeriyan navendên xwe.

ŞIRNEX

17’ê Îlonê saet 18:30’î artêşa TC’ê li devera Mezra Marînos a girêdayî Herêma Kato Marînos a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyonekê kiribû. Artêşa TC’ê ya di saetên şevê de li herêmê leşker dan, dever bombe kirin. 18’ê Îlonê di saetên şevê de jî di opersyona ji qadê vekişiyan de 2 hevrêyê me şehîd bûbûn. Em ê piştre nasnameya hevrêyên xwe şehîd bûne bi raya giştî re ragihînin.

BEDLÎS

16’ê Îlonê artêşa TC’ê li devera Şêx Hadî ya Bedlîsê dest bi operasyonekê kiribû. 17’ê Îlonê di saet derdorî 01:30’î de artêşa TC’ê ya li herêmê êrîşeke hewayî pêk anîn, li qadê leşker jî danîne. Ev operasyon nîvroya heman rojê jî vekişiyaye. Di operasyon û şerê li qadê rûdayî de hevrêyeke me şehîd bûye. Em ê nasnameya hevrêyê xwe yê şehîd piştre bi raya giştî re eşkere bikin.

ZAP-AVAŞÎN

17’ê Îlonê balafirên şer ên TC’ê di saet 21’ê de dever Cîloyê Biçûk ê girêdayî Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, 18’ê Îlonê saet 15:50’î jî devera Girê Sor ê girêdayî herêma Avaşîn bombe kiriye. Di van bomberdûmanan de ti ziyan negihiştiye hêzên me.

COLEMÊRG

4’ê Îlonê me ragihandibû ku 2’yê Îlonê hêzên me li dijî konvoya dijmin a dema ber bi Girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê ve diçû çalakiyek hatiye kirin û 13 leşker hatibûn kuştin ragihandibû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê li herêmê dest bi operayonê kiribû. Operasyona heta 8’ê Îlonê dom kir de di navbera hêzên me û artêşa TC’ê de şer qewimî bû û dever hatibû bombekirin. Di vê operasyonê de 3’yê Îlonê hevrêyê em yên bi navê Rênas Tolhildan, 6’ê Îlonê jî hevrê Xeyrî Herekol li dijî dijmin heta dawiyê bi lehengî şer kir û şehîd bûbûn.

8’ê Îlonê hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê yên li devera Şêlalê çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Renas Tolhildan
Nav û Paşnav: Baver Kavak
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayikê- Bav: Husnugul – Mehmet Şerîf
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çelê- 3’yê Îlonê 2019

Renas – Baver Kavak

Nasnav: Xeyrî Herekol
Nav û Paşnav: Salih Îsmaîl Îbrahîm
Cihê Jidayikbûnê: Şam
Navê Dayikê- Bav: Menal – Îsmaîl
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çelê- 6’yê Îlonê 2019

Xeyrî-Salih Îsmaîl Îbrahîm

Zarokên cengawer ên Kurdistanê hevêryê Rênas û Xeyrî ji kûr ve rastiya dijmin fêm kirine û li hemberî qirkirinên dijmin tevlî nav refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûne. Hevrêyê me jiyana xwe li ser çanda PKK’ê ava kirine û bûne kesayetiyên milîtan. Rêhevalên me di jiyan û şer de her dem xwe bi pêş ve birine û heta dawiyê girêdayî felsefeya Rêber Apo mane û li ser şopa şehîdan meşiyane.

Malbatên hêja yên rêhevalên me yên şehîd Rênas û Xeyrî di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya wan a azadiyê bigihînin serfiraziyê.

XAKURKÊ

Me di daxuyaniya xwe 5’ê Îlonê de diyar kiribû ku di 3’ê Îlonê de hêzên me li dijî helîkopterên ku dixwestin têkeve Geliyê Şêxzade yê Xakurkê çalakiyek li dar xistibûn û di vê çalakiyê de derb li helîkopterê xistine. Piştî vê çalakiyê bomberdûman hatibû kirin û 2 hevrêyên me şehîd bûbûn. Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Adil Întîkam

Nav û paşnav: Kanîwar Îbrahîm

Cihê jidayîkbûnê: Hesekê

Navê dê û bav: Atiya – Ahmet

Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Îlona 2019’an/Xakurkê

 

Adıl – Kanîwar Îbrahîm

Nasnav: Serhat Xwîn

Nav û paşnav: Sedat Yalçinkaya

Cihê jidayîkbûnê: Mûş

Navê dê û bav: Saadet - Îbrahîm

Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Îlona 2019’an/Xakurkê

 

Serhat – Sedat Yalçinkaya

Hevrêyên me Adil û Serhat li ser axa ku ji dayik bûne her dem ji bo çand û zimanê xwe têkoşiyane. Hevrêyên me piştî ku felsefeya Rêbertî nas kirine ji bo bibin hevêryên Zîlan û Egîdan ketine nav lêgerînê. Hevrê Adil di sala 2015’an de û rêheval Serhat jî di sala 2016’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrêyên me her dem peywira xwe bi berpirsyarî bi cih anîne û herî dawîn li Xakurkê piştî şerekî bi qehremanî şehîd bûne.

Di serî de malbatên hevrêyên me, em sersaxiyê didine gelê Kurdistanê yê welatparêz û em sond dixwin heta ku em îdeala şehîdên xwe Kurdistana azad ava bikin, têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa bidomînin.”