Penêrê sîrikî êdî bi destê her kesî nakeve

Penêrê sîrikî yê Wanê ku wextekê taştê bêyî wî nedibû, ji ber kêmbûna sewalkariyê gelekî buha bûye.

Ji ber ku çêkirina pênêrê sîrikî li Wan, bajar û navçeyên derdorê kêm bû û buhayê wê jî zêde bû, êdî bi destê destê her kesî nakeve.

Penêrê sîrikî yê navdar ê Wanê ku ji biharê heta havînê tê çêkirin, ji gorî salên bihurî kêm tê kirîn. Penêrê Wanê ku bi gîha û sîra ji çiyê tên hevdan tê çêkirin, di rewşa heyî de têra Wanê bi xwe jî nake. Ji ber kêmbûna hejmara sewalan û zêdebûha buhayê wê, penêrê sîrikî êdî li ser her sifrê nîne.

Penêrê sîrikî ku biharê û havînê ji 7 heta 10 TL'yî tê firotin, bi zivistanê re ev buha dibe 25 heta 30 TL'yî. Mirovên li herêmê, ji bo ku di zivistanê de bixwin di mehên bihar û havînê de bi komî dikirî. Penêrê dikirîn dixistin nava ava şor an jî dixistin binê axê û zivistanê derdixistin, dixwarin.

Penêrê sîrikî ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mersîn, Edene û ji bilî bajarên Tirkiyeyê ji derveyî welat re jî dihate şandin. Penêrê sîrikî ku yek ji çavkaniya debarê ya mirovên herêmê ye, êdî bi destê her kesî nakeve. Ji ber qedexekirina gelek herêmên li Wanê û derdora wê li sivîlan, sewalkarî kêm bû û ji ber vê jî hilberîna penêrê jî kêm bû. Kêmbûna çêkirina penêr kir ku buhayê wê jî zêde bibe. Penêrê ku buhayê xwe zêde ye, nema bi destê her kesî dikeve.

Esnafê bi navê Osman Aslan ku li Wanê vî karî dike, anî ziman ku ji ber buhayê zêde yê penêr êdî xizan nikarin bikirin û mîna berê nema dikarin bi tonan ji penêrê sîrikî bifiroşin.