Penaberên ku 'Alan Kurdî' ew rizgarkirin, wê li YE'yê belav bikin

Malta ya ku mîsogerî standî ku keştiya alîkariyê ''Alan Kurdî'' ji Çarşemê û vir ve li Deryaya Spî 40 penaberên ku ji xeniqandinê xilas kirî wê li welatê YE'yê berbelav bike, sînorên xwe ji keştiyê re vekir.

40 penaberên ku ji bo bigihijin Ewropaya Rojava ji Libyayê bi rê ketin û piştre li Deryaya Spî asê mabûn, Çarşemê ji hêla keştiya 'Alan Kurdî' ve, ya ku li Deryaya Spî peywirdikir û ya rêxistina alîkariyê ya bi navê Sea-Eye ye, hatin xilaskirin. Lê ti welatî penaberên ku ji Nîjerya, Peravên Diranên Fîlê, Gana, Kongo û Kamerûn bi rê ketin û di nav wan de du jinên ducanî, yek pitik û 2 zarokên biçûk hebûn, li xwe nedigirt.

Piştî ku saziya alîkariyê ragihand ew ber bi grava Lampedûsayê ya Italyayê ve bi rê dikeve, wezîrê rastgir ê radîkal ê Italyayê Matteo Salvînî ragihandibû ku ti ti rengî ew ê destûr nedin ku keştî sînorên wan derbas bibe.

Şevê dî, Serokwezîrê Maltayê Joseph Muscat got, mîsogerî danê ku wê penaber li welatên Yekîtiya Ewropayê werin belavkirin û li ser vê, wan biryar dane ku keştî derbasî nav sînorên wan bibe.

Serokwezîr li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal daxuyanî da û got, ''Hikûmeta Elman û Komîsyona Ewropayê sond xwarin ku penaber li welatên endam ên YE'yê werin belavkirin, ti penaber wê li Maltayê nemînin.''

Piştî daxuyaniya serokwezîrê Maltayê 'Alan Kurdî' ber bi Maltayê ve bi rê ket, tê payin ku vê sibehê hêzên deryayî yên Maltayê penaberan bistînin. Piştî ku serê vê Tîrmehê ji 50'î zêdetir penaber mirin, 'Alan Kurdî' dîsa li peravên Libyayê dest bi peywirê kiribû.

Saziya alîkariyê ya bi navVê Sea-Eye navê keştiya xwe ya alîkariyê ku li Deryaa Spî peywir dikir, bi navê 'Alan Kurdî' guherandibû. Îlona 2015'an, bedenê zarokê biçûk ê ji Rojavayê Kurdistanê Alan Kurdî, ku ber bi Ewropayê ve bi rê ketibûn, li peravên Bodrûrmê hatibû dîtin.