Penaberê Kurd ê li Pasîfîkê asê ma, xelata wêjeyê wergirt

Penaberê Kurd Behroûz Boochanî ku ji sala 2013'an û vir ve li girava Manûs a li okyanûsa Pasîfîkê asê ma û ji aliyê ti welatî ve nehate qebûlkirin, hêjayî xelata herî hêja ya wêjeyê ya Awûstralyayê hat.

Behroûz Boochanî yê 36 salî ji bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê yek. Yek ji damezrînerên kovara wêjeyê ya Kurdî Werya ye ku li Rojhilatê Kurdistanê çap dibe. Sala 2013'an hêzên paramîlîter ên rejîma Tehranê avêtin ser buroya kovarê û der barê Boochanî de biryara girtinê da.

Nivîskarê Kurd neçar ma Îranê biterikîne û berê xwe da Awûstralyayê. Lê belê ji ber ku serlêdana wî ya ji bo penaberiyê ji aliyê rêveberiya Melboûrneyê ve nehate qebûlkirin, li girava Manûs a li okyanûsa Pasîfîkê asê ma. Boochanî mehekê li girtîgehê ma û di encama çalakiyên xwe yên bêîteatiya sivîl de hate berdan. Lê belê vê carê jî destûr nehate dayin ku ji girava ku ser bi Papûa Nû Gîne ye derkeve.

SMS'ÊN LI GIRTÎGEHÊ BÛ PIRTÛK

Penaberê Kurd dest bi jiyana li nava xwecihiyên giravê kir. Boochanî dema li girtîgehê bû bi rêya telefonê mesaj (SMS) ji weşanxaneyekê re dişand. Mesajên wî par bû pirtûk. Pirtûk bi navê "No Friend But the Mountains: Writing from Manus Prison" (Ji bilî çiyayan dost nîne: Notên ji girtîgeha Manûsê) hate çapkirin. Pirtûk hêjayî xelata "Victorian Premier's Literary Award" hate dîtin ku ev xelat xelata herî hêja ya Awûstralyayê ye.

Lê belê ji ber ku daxwaza wî ya penaberiyê nehat qebûlkirin, rayedarên Awûstralyayî destûr nedan ku Boochanî ji bo wergirtina xelatê bê Melboûrneyê. Girtîgeh û kampên penaberan ên li girava Manûsê bi kiryarên li derveyî mirovahiyê tên naskirin. Tê gotin, penaberên li ser rêya Awûstralyayê tên girtin, timî dibin hedefa tundiya hêzên ewlekariyê û birçî tên hiştin. Nivîskarê Kurd Boochanî jî hewl dide van rojên zor u zehmet ên li giravê di pirtûka xwe de vebêje.

Sala 2017'an jî rojên Behroûz Boochanî û Arash Kamalî Sarvestanî yên li girava Manûsê, bi dokûmantera bi navê "Chauka, Please Tell Us the Time" hatibû weşandin. Dîmenê dokûmanterê hemû bi telefonê hatibû kişandin.