Partî û saziyên li Şengalê

Li Şengalê kîjan partiyên siyasî û sazî hene? Peywirên van çi ne?

Peywira partiyên siyasî û saziyên li Şengalê çi ne? Piştî rejîma Seddam PDK li Şengalê çawa serwer bûye? Em ê di vê dosyayê de lê binerin bê ka saziyên li Şengalê ji bo gelê Êzîdî çi kirine û çi nekirine..

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK)

Yekîtiya Nîştîmanî ya Kuristan di sala 1976’an de ji aliyê Celal Telebanî ve hatiye ava kirin. Ji sala 76’an heya niha serokê wê Telebanî ye, qet serokê wê nehatiye guhartin . Piştî ku Îngîlizan piştigiriya xwe ji PDK’ê kişandin, wê demê Mele Mustefa Berzanî ji pêşmergeyan re got: “Aş betal” ango êdî em nikarin şerê xwe bidin berdewam kirin. Ji bo wê Telebanî ji PDK’ê qut bû û pêşmergeyên ku dixwestin bi rastî ji bo Kurdistanê tiştek bikin YNK ava kirin.

Li Şengalê jî piştî 2003’an YNK’ê Boruya xwe li bajarê Şengalê û bajarokên wê vekirin. Karek ji bo xizmeta Êzîdîyan nekirin. Tenê dema hilbijartinên Îraqê nêz dibû dihatin ji  xwe re propaganda kirin û soz didan pirsgirêkên Êzîdîyan bibin meclîsa Îraqê û li wir çareser bikin. Ji wê jî her car nêzî 4 parlementer bi dengê Êzîdîyan dianîn û piştî hilbijartinên gelê Êzîdî  ji bîr dikirin. Heya hilbijartinek din carek din dihatin gotinên xwe yên bê bingeh ji gel re dikirin. Heya beriya 2014’an li Şengalê bûn. Dema pêşmergeyên PDK’ê reviyan ew jî gel wan ji Şengalê derketin. Piştî fermanê carek din vegeriyan Şengalê lê tu hêz û bandora wan di nava gelê Êzîdî de tune ye.

Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK)

Partiya Demokratîk a Kurdistanê jî di sala 1946’an de hate avakirin û serokê wê bû Mele Mustefa Berzanî. Nêzî 20 salan Mele Mustefa serokatiya PDK’ê kir. Mesûd Berzanî ji bo ku bibe serokê PDK’ê birayê xwe Îdrîs Berzanî yê ku ji Mesud mezintir e ser xatirê bibe serok kuşt. Îdrîs Berzanî bavê Nêçîrvan Berzanî ye. Piştî  Mele Mustefa mir, heya niha nêzî 34 sal in Mesud Berzanî serokatiya PDK’ê dike.

Di 2003’an piştî hukûmeta Îraqê hilweşiya, PDK’e derbasî Şengalê bû. Ji ber ku gelek Êzîdî cihê xwe dema Mele Mustefa Berzanî de di nava PDK’ê de girtibûn û gelekê Êzîdî wê demê jiyana xwe ji dest dan û gelek jî ji ber zextên dewleta Îraqê neçar man Şengalê biterikîninin. Ji bo wê dema 2003’an hatin gelê Şengalê PDK’ê bi çepik, govend û gulan pêşwazî kirin. Sedî 80 Şengalê bi PDK’ê re bûn. Yên ku bûne pêşmerge, an jî di navenda ya PDK’ê de kar dikirin. Lê piştî demekê ew pêşwaziya germ ya  gelê Êzîdî bi hatina PDK’ê re bû tirs û xof. Ji ber ku her tim PDK’e malbatên Êzîdî gefa kuştin û girtinê li wan dixwarin. Ne dihiştin tu siyaset, partî û fikirên cuda xwe li Şengalê bi cih bike. Ango piştî rejima Baas ya Îraqê çû PDK’ li Şengalê bû desthilatdar. Heya niha jî ji ber gefên PDK’ê li gelê Êzîdî xwarine, nikarin bi rehetî li ser ragihandinê biaxivin û dibêjin ger em bi axivin wê PDK’e me bigire. An jî ji tirsa PDK’ê nikari xwe nêzî tu partî û siyasetan bikin.

Heya 2007’an wisan jimarek zêde ya PDK’ê li Şengalê nebû. Lê di teqîna 14’ê Tebaxa 2007’an 4 qamyonên mezin yê teqemeniyê di bendên kontrolê yên PDK’ê re derbasî Şengalê bûn. Rexmê  ku gelê agahî girt ku wê teqîn çêbibe, agahî dan PDK’ê bila ser bisekinin, gotina ku PDK’ê gotî ev bû: “Seyîd raza ye em nikarin wî ji xew rakin” bi vî awayî qet guhdarî vê agahiya hatina qamyonên teqînê ne kirin û wan 4 qamyonan xwe li navçeya Til Îzêr û Sîba Şêx Xidir xwe teqandin. Di encamê de 700 kes jiyana xwe ji dest dan û hezaran birindar bûn. Heya niha hinek jî winda ne. PDK’ê ev teqîn kir bihane û jimara hêz û navendên xwe yên pêşgermeyan li Şengalê zêde kirin. Her cara ku hilbijartin li Îraqê çêdibe derdora 15 parlementerên PDK’ê yên diçûm Meclîsa Îraqê dengê xwe ji Şengalê digirtin. Lê dema ev parlementer derdiketin êdî gelê Êzîdî heya an na ji bîr dikirin û ne dihat bîra wan. Her wiha qeymeqam, rêveberiya Şengalê, şaredariyên Şengalê giştî PDK’ê de bûn. Lê qet xizmetek ji vî gelî re ne kirin. Dema Rejîma Baas li Şengalê bû çi karê binesazî hatibû kirin ew bû, yanî PDK’ê ji bo gel yek kevir nedanî ser hev. Kesên diçûn parlementoyê jî tenê şeklî bûn, qet biryar an jî pirsgirêkên Şengalê nedibirin hindirê meclîsê ji bo ku were nîqaş kirin.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de PDK’ê gel û Şengal hişt û reviyan. Heya ku şervanên HPG, YPG koorîdor vekirin û hinek metirsiya çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê şikandin, piştî wê carek din PDK’e hat xwe li Şengalê bi cih kir.

TEVGERA ÊZÎDÎYAN

Tevgera Êzîdîyan di sala 2005’an ji aliyê Wehed Hemed Meto ve hate damezrandin. Armanca wê li hemberî siyaset û destihatdariya PDK’ê  gel serî rake û xizmeta Êzîdîyan bike. PDK’ê aligîr û endamên vê tevgerê digirtin û her wext gefên kuştin û girtinê li wan dixwarin. Nedihiştin bi awayekî azad karê xwe bidin meşandin. Ji bo wê her wext dibin zextên PDK’ê de bûn. Serokwezirê Kevîn yê Îraqê Nurî El-Malikî piştgiriya vê tevgerê dikir. Di dîroka 2012’an ev tevger ji  hindir ve ji aliyê fikirî û siyasê li hev nekirin. Lewra jî bû du parçe. Kesên ji vê tevgerê qut bûn, navê Tevgera Êzîdîyên Çêkirin û Pêşdeçûnê li xwe kirin.

Tevgera Êzîdîyan hîna jî heye lê hêza wê nav gel de pir lewaz e.

TEVGERA ÊZİDİYÊN ÇÊKİRİN Û PÊŞDEÇÛNÊ

Piştî ku Tevgera Êzîdîyên Çêkirin û Pêşdeçûnê di dîroka 2012’an de hate ava kirin. Sekreterê vê tevgerê Hecî Gundor bû. Ji ber ku bi xwe tevger bûn nedikariyan wekî partî tevlî hilbijartinên Îraqê bibin. Lewra jî wekî kota dihat nîşandan, sekreterê tevgerê Hecî Gundor li ser navê Êzîdîyan tevlî meclîsa Îraqê bû. Armcana vê tevgerê pêşdeçûn û avakirina civaka Êzîdî bû. Tevgera Tevgera Êzîdîyên Çêkrin û Pêşdeçûnê jî mirasê xwe ji gef û zextên PDK’ê girt. Her tim dibin zextên PDK’ê de bûn. Her wihe ev tevger jî ji aliyê Nûrî El-Malikî ve dihat destekkirin. Heya niha Hecî Gundor di meclîsa Îraqê de ye. rexmê ku 5 sal e di meclîsê de ye, heya niha yek carê mafê axaftinê ne girtiye, tu pêşniyarên ji Şengalê nebûye. Dîsa bi tu şêwazî pirgirêkên Şengalê ne biriye meclîsê. Tenê nav û şeklê wî di meclîsê de heye.

Dema ku Hecî Gundor wekî nûnerên Êzîdîyan bi serket û tevlî meclîsa Îraqê bû, PDK’ê jî li hemberî wê kota derxist. Qaso kesê bi navê Meheme Xelîl yê ku niha xwe wekî qeymeqamê Şengalê bi nav dike, bi piştgiriya PDK’ê serket û tevlî Meclîsa Îraqê bû. Meheme Xelîl taybet hemberî Tevgera Êzîdîyên Çêkirin û Pêşdeçûnê kar dikir û dixwest vê tevgerê ji holê rake. Hemû hewildanên Meheme Xelîl û PDK’ê  Hecî Gundor bû. Piştî PDK’ê dît ku nikare vê tevgerê ji holê rake, Meheme Xelîl ji Meclîsa Îraqê derxistin. Piştre bû qeymeqamê Şengalê, lê ne bi deng û daxwaza Êzîdîyan, bi daxwaza PDK’ê çêbû. Niha jî ji PDK’ê Meheme Xelîl ji qeymeqamtiya Şengalê derxistin.

Heya niha jî Tevgera Êzîdîyên Çêkirin û Pêşdeçûnê heye, lê hêza wan lewaz e.

KOMELA ÊZİDİYÊN AZAD

Ev Tevgera Êzîdîyan di sala 2012’an de hate damezrandin. Sektreterê wê Hecî Hesen Pîso bû. Armanca wê ya sereke civaka Êzîdî yên bê xwenda, wan perwerde bikin, ciwanan bişînin dibistanan û ji nava civaka Êzîdî  rewşenbîran derxin. Di 2009’an  de Hecî Hesen wekî serbixwe û nûnerê Êzîdîyan beşdarî Meclîsa Îraqê bû. Dema fermana 2014’an de Hecî Hesen derbasî Başûr dibe. Li ser rêya ragihandinê agahiyên Şengalê dişopîne. Piştî dibîne ku berxwedanek li çiyayê Şengalê tê meşandin û gel ber xwe dide. Rexmê ku PDK’ê malbata wî digirin û dibêjin malbatê ger Hecî Hesen neyê Başûr em we  giştî biavêjin zindanê jî, Hecî Hesen guhdarî vê gef xwarinê nake û naçe başûr. Li kêleka gelê Êzîdî yê çiya  têdikoşe û cihê xwe digire. Di dîroka 2016’an dema TEVDA diçe kongrê Hecî Hesen jî bi awayekî aktiv beşdarî dibe. Niha jî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê ye.

TEVGERA ÊZÎDÎYÊN DEMOKRAT Û AZAD (TEVDA)

Tevgera Êzîdîyên demokrat û azad di dîroka 2003’an li Şengalê hate damezrandin. Serokê wê Seîd Hesen Seîd bû. Ji aliyê Îraqê ve bi awayekî fermî hate naskirin û qebûl kirin. Armanca wê rêxistinkirin, xwe kirina îrade bû. Lê ji roja hatî ava kirin heya çend roj beriya fermanê jî PDK’ê zextên girtin û kuştinê li wan dixwarin. Gelek endamên wan hatin girtin û avêtin zindanan. Kesên diçûn gel wan, an diçûn navenda TEVDA, an jî endamên TEVDA diçûn malên wan roja din PDK’ê ew digirtin û dixistin lêpirsînê. Bi tu şêwazî PDK’ê derfetên kar û xebatê nedida TEVDA. Hemû endamên wê bi awayekî veşartî diçûn malan û bi veşartî karê xwe dikirin. Dema ku Şîlan Kobanê û 4 rêhevalên wê tên Şengalê serdana TEVDA dikin û divegerin Mûsilê, li ser rêya Mûsil –Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve tên hedef girtin û Şilan û 4 rêhevalên xwe ve tên qetilkirin. TEVDA yek ji tevgerên Êzîdîyan bû beriya fermanê amadehî dikirin û ji gel re radigihandin ku wê ferman çêbibe. Li gorî wê dema 12 siwariyên HPG’ê hatin Şengalê, endamên TEVDA jî li kêleka wan parastina Êzîdîyan kirin. Yek ji wan tevgeran bû, piştî fermanê tenê ew di hindirê çiya de man û li kêleka gel têkoşîn kirin.

Di dîroka 2016’an de biryara partîbûnê dan û navê xwe kirin Partiya Azadî û Demokratîk a Êzîdîyan (PADÊ).

PARTİYA AZADÎ Û DEMOKRATÎK A ÊZİDİYAN (PADÊ)

Partiya Azadî û Demokratîk a Êzîdîyan di 2016’an de hate avakirin û Tevgera Êzîdîyên Serbixwe jî tevlî wê bû. Serokê wê Şêx Qehtan Elî ye. Armanca wê gel rêxistin bike, zana û pêş bixe, êdî dengên gelê Êzîdî ji bo gel bi xwe be. Wê beşdarî hilbijartinên Îraqê bibe  û nûnertiya gelê Êzîdî yê li Şengalê bike. Nûnerên PADÊ li gundê Şengalê hene. 3 navendên xwe li gundên Şengalê vekirine. Ji aliyê dewleta Îraqê ve bi fermî hatiye naskirin û destûra xebatê dane PADÊ.

PARTIYA ÊZÎDÎYA DEMOKRATÎK (PÊD)

Partiya Êzîdîyan Demokratîk di 13’ê Adara 2017’an ji aliyê Heyder Şeşo ve hatiye avakirin. Tenê navendek wê ji Silêmaniyê heye. Heya niha karek ji bo Êzîdîyan nekirine. Dîsa Hêzên Parastina Êzidxanê jî berpirsê wê Heyder Şeşo ye. Lê aliyê fikir û siyasetê de niha Heyder Şeşo girêdayî PDK’ê ye.