Parlamentoya Îrlanda ji bo avûhewayê 'rewşa lezgîn' ragihand

Piştî Keyaniya Yekbûyî bi 10 rojan Parlamentoya Îrlanda jî ji bo av û hewayê 'rewşa lezgîn' ragihand.

Raporeke ku ji bo rewşa lezgîn were ragihandin ji hêla parlamentera ve hatî hazirkirin Pêrşemê bê dengdanê hate pejirandin.

Serokê Komîteya Avûhewayê ya Parlamentoyê Fîne Gel li ser Twîtterê got, ''Ji bo avûhewayê û pirrengiya biyoyê bi mebesta ku rewşa lezgîn were ragihandin hemû partiyan destek da me''. Gel her wiha got, ''Êdî niha hewcehî bi çalakiyê heye''.

Serokê Koma Partiay Keskan Eamon Ryan ji televizyona RTE'yê re axivî û got, ''Ji bo berevaniya li avûhewayê heke tevdîr neyên standin ragihandina rewşa lezgîn bi serê xwe ti maneya wê tine.'' Ryan got, ''Ev tê vê maneyê; hikûmet wê mecbûr bimîne tiştên ku naxwaze, bike.''