Parlamenta Îngilîz ji bo avhewayê rewşa lezgîn ragihand

Li Qraliyeta Yekbûyî ku bi hefteyan e çalakiyên hawirdorparêzan lê pêk tên, parlamentê "Rewşa lezgîn a ji bo avhewa û hawirdorê" ragihand.

Partiya Karker li ser Twitterê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Di encama zextên endamên partiya karker re Qraliyeta Yekbûyî bû yekemîn welat ku ji bo avhewa û hawirdorê rewşa lezgîn ragihandiye."

Partiya Karker destnîşan kir, dem hatiye ku li dijî guhertina avhewayê tevdîrên berbiçav werin wergirtin.

Lîderê partiyê Jeremy Corbyn diyar kir, ew hêvîdar e dengdana li parlamentê hate kirin ji bo li parlament û hikumetên li dinyayê hemûyan bibe wesîleya destpêkirina pêleke çalakiyan.

Biryara parlamentê piştî çalakiyên bêîteatiya sivîl ên tevgera bi navê Extinction Rebellion (Raperîna li ber Tinebûnê) hate wergirtin.

Tevgerê diyar kir, "Zexta li ser siyasetmedarên me wê bi vî rengî zêdetir bibe" û ragihand, ew li bendê ne ku hikumet çalakiyên bi biryar bike.