Papa: Hîn bêhtir parve bikin

Papa Francîs bi wesîleya Cejna Noelê ji deh hezaran Katolîkên li ber Bazîlîka Saînt-Pîerre ya li Romayê li hev civiyan, axivî. Papa got, "ji bo jiyanê pêwîstî bi pir pir tiştên zêde nîne" û ji mirovan xwest, hîn bêhtir bi hev re parve bikin.

Lîderê rûhanî yê Xiristiyanên Katolîk Papa Francîs diyar kir ku di vê sedsalê de nan bi destê bi sedan milyon mirovî nakeve û ev rexne kir: "Mirov çavbirçî bûne û tiştan zû diqedînin. Ji bo gelek mirovan bûye maneya yekane ya jiyanê, ku tiştan biqedînin û bibin xwediyê tiştan." Papa Francîs got, divê neyê jibîrkirin ku bi sedan milyon mirov birçî ne.

Papa diyar kir, divê mirovahî xwe ji egoîzma zêde rizgar bikin û wiha dewam kir: "Ji bo mirov karibe debara xwe pê bike û bijî, pêwîstiya mirovan bi pir zêde tiştan nîne." Papa ji her kesî xwest ku hîn bêhtir parvekar bin.

Tevî ku di Încîlê de nayê diyarkirin jî, roja 25'ê Kanûnê li Konsîla Îznîkê ya sedsala 4'an, weke rojbûna pêxemberê Xiristiyanan Îsa hatibû diyarkirin.