Omer Ûsta: Her kes û her tişt bûne mîna makîneyê

Omer Ûsta ku 41 sal in li Amedê qondereyan çêdike, gilî û gazinan dike ku êdî her kes û her tişt bûne mîna makîneyê.

Bi pêşketina pîşesaziyê re karê bi keda destan tê kirin yek bi yek ji holê radibe. Yek ji van pîşeyan jî qonderekarî ye. Omer Bozkûrt ku bi navê 'Omer Ûsta' tê naskirin, yek ji çend kesan e ku li Amedê vî karî didomîne.

Omer Ûsta li navçeya Mehsert a Mêrdînê ji dayik bû û hîn 10 salî bû li ber destê hostayekî hînî vî karî dibe. Piştre koçî navçeya Sûrê ya Amedê dike û li kargehekê dest bi kar dike. Piştî çend salan kargeha xwe vedike. Bi vî rengî serpêhatiya hostatiya wî ya 30 salan jî dest pê dike.

Omer Ûsta diyar kir ku ew 52 salî ye û bi kefxweşî karê xwe dike. Omer Ûsta got, "41 sal in bi rengekî bê navbe vî karî dikim. Niha jî didomînim. Ez gelekî ji pîşeyê xwe hez dikim û bi kêfxweşî vî karî dikim. Amed berê biçûk bû, bi sedan hostayên qondereyê lê hebûn. Lê niha tenê 8 heb mane."

Omer Ûsta got, ew şeş zarokên xwe bi vî karî xwedî dike û wiha dewam kir: "Rojê 8 cotêh qondereyan çêdikim. Ez zanim ku ev kar roj bi roj diqede, lê tevî vê jî dixwazim hînî hinekan bikim. Malbat dixwazin ku zarokên wan bêyî bibetilin pereyan qezenç bikin. Bêyî tehbê, bêyî kedê gelo mirov çawa dikare pere qezenç bike? Êdî şagirt nîne, pîşekar dernakevin holê. Her tişt û her kes bûne mîna makîneyê. Halbûkî solên ku bi destan tên çêkirin ji yên li sûkê tên firotin bi hezar qatî qewîntir in. Soleke ku li sûkê bi 300 lîreyî tê firotin, em li vir bi 150 lîreyî difiroşin."