Olîmpiyata xwendekarên Qamişloyê dest pê kir

Xwendekarên herêma Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê di olîmpiyatê de li hev civiyan.

Olîmpiyat ji aliyê Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Qurtûba û Desteya Ciwanan a Kantona Qamişloyê ve hate organîzekirin û wê rojekê bidome.

Olîmpiyat li stada 12'ê Adarê bi tevlîbûna bi sedan ciwan û 500 xwendekarên dibistanan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Tevgera Xwendekaran Seydo Kobanê axivî û olîmpiyat li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şervanên YPG, YPJ'ê û QSD'ê, li berxwedêrên greva birçîbûnê pîroz kir.

Seydo Kobanê her wiha got, ''Em van çalakiyan li dar dixin da ku em ciwanên xwe ji pergala kapîtalîzmê dûr bixin, ji ber ku bandoreke mezin li ser wan dike.''

Piştî axaftinan lîska Tekwando dest pê kir û bi rengekî serkefî lîstik berdewam kir. Piştre bazdana bi mesafeya 100, 200, 300 metroyî dest pê kir. Ciwanan piştî bazdanê ketin pêşbirka xweqevaztinê. Her wiha lîstika goga hesinî jî hate lîstin.

Dawiyê yên serkeftî xelatên xwe girtin.

Komîteya Amedekar diyar kir ev olîmpiyat tenê bi asta Qamişlo çêbûye, hek serkeftî bibe, olîmpîyat wê bi asta Bakur-Rojhilatê Sûriyê di sala pêş de bikin.