Ocalan: Bi misogerî divê em bi ser bikevin

"Divê em bi gotina, ‘’an em ê bi ser bikevin, an bi ser bikevin’’ bimeşin, şer bikin û bi misogerî bi ser bikevin."

Em hin beşên nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên 20’ê Gulana 1994’an a li ser hevkariyê û pergala serwer ji bo ku hê jî rojane ne, par ve dikin. Ocalan di beşê dawî yê nirxandinen xwe de dibêje bê ka planên li ser Kurdistanê wê çawa werin pûçkirin. Ocalan balê dikişine ser ku plana şerê taybet a Tirk pir taloke ye,armanc dike ku Başûr bi temamî li hêzên welatpatêz ên şoreşger bigire û PKK’ê bi giştî asê bike; bi planên ku cerdevanên Başûrî bişînin ser Bakur, û bi ser de bi plana ku di 3 mehan de vê pêk bîne û wiha destkeftiyên netewî û şoreşger bi temamî dike hedef. Ocalan dibêje li dijî vê plana şerê taybet ew ê gaveke dijber bavêjin, ên ku hinekî jî li ser helwesta şoreşger rawestiyane dev jê berdin ku vê planê qebûl bikin û lê bifikirin, wê li dijî vê li ber xwe bidin û bixwazin taktîkên xwe yên şoreşger bi cih bînin û ev li ber çavan e. Ocalan dibêje jixwe PKK ji vê re hazir e û li benda vê fersendê ye, balê dikişîne ser tecrûbe û xebatan û didomîne, ‘’Ya girîngtir ew e ku li bara vê gava ku li Başûr hatî avêtin, hin hêzên welatparêz helwest nişan dan, wê bihata dîtin bihevrebûna ku jê re dewleta Kurd a federe tê gotin, bêyî ku ti şik û guman jê hebin li deverekê dixetime û rewşeke mîna rewşa şoreşger wê bihata dîtin û nirxandin. Jixwe ya ku bûyî jî wiha bû.’’

KURDISTANA DEMOKRATÎK Û AZAD

Ocalan dide ber pêvajoya 1992’an û didomîne: ‘’1992’an PDK û YNK li dijî me bûbûn yek. Ango desteka DYE’yê ya li TC’ê tam bû, desteka NATO jî wiha. Niha dibe ku ev destek ne weke berê be. Li Başûr vê bihevrebûnê derb xwariye. Ev ji bo me rewşên wiha ne ku divê em baş binirxînin. Jixwe hêzên niştimanperwer ên Başûr dixwazin bi me re têkiliyên xweş deynin,li tifaqê digerin. Bêguman em ê vê binirxînin. Plana ku li dijî me tê xwestin sazkar bikin, wiha dema ku gava pêşî tê avêtin, ji bo ku em wê bibin em ê çalaktir bin. Em ê zemên û zemînê baş bi kar bînin. Em ê tenê qîma xwe pê neyinin ku vê planê pûç bikin, em ê Başûr bikin zemîneke bêhempa a geşedana şoreşger. Ji ber şert û mercên biber, armanca me ye ku em Başûr bînin asta geşedana şoreşger, di nav yekeretiya Iraqê de bînin çaerseriyê, li zer binghehê demokrasiye û Kurdistaneke azad bihevrebûnê çêbikin.’’

NE HEVKARÎ, BAREGEHA BERXWEDANÊ

Ocalan dibêje ew ê nehêlin ku Başûr bikin qadeke hevkaran û qadeke ku destekê dide şertê taybet ê TC’ê, berevajî, ew ê bikin baregeha paş a ku li dijî vê derdikeve, bikin eniya berxwedanê ya zexm û diyar dike, gelê Başûr jî wê bi rlola gelekî wiha rabe ku şoreş xwe bispêre ser. Ocalan diyar dike helwest, rêxistin û lîdertiya ku li dijî vê disekine wê bi ser nekevin û wiha dibêje:

‘’Heke bihevrebûnek tê xwestin, ev ê li ser hîmekî wiha be niştimanperweriya gel nabe hâlete berjewendiya dijmin û vîna dijmin rawestîne. Lîdertiya PDK û Barzanî yan wê vê çarçoweyê qebûl bikin an jî wê têkçûnê qebûl bikin. An wê rajêrî berjewendiya giştî ya tevgera niştimanperwer û demokratîk bin û têkiliyên xwe yên bi dijmin re sînordar bikin an jî wê ji holê were rabin an jî di dawiya vî şerî de tişta ku bi serê wan were wê qebûl bikin. Nêzîktêdayina me wiha ye. Ev ne tenê ji bo şerê Başûr wiha ye, şerekî wiha ye ku hemû Kurdistanê têkildar dike. Hêza li pişt vê Tirkiye ye. Ev lîstik li dijî tevahiya Kurdistanê ye. Em xwe tevlî Başûr nakin, em destekê didin berjewendiya niştimanperwer û demokratîk a gelê Başûr. Em hêza destekê ne; li dijî plana li ser me, ji bo ku em wê pûç bikin em şer dikin. Şerê li vir têra xwe rewa ye û mecbûrî ye.’’

NERMBÛNA TAKTÎKÎ YA PKK’Ê

Ocalan dibêje li vir a diyarker, hêza gewherî ji hela taktîkî ve baş were nirxandin, heke mîna Şerê Başûr taktîkên şoreşger neyên bertengkirin, heke hişmendiyên berevaniyên rastgir an jî hişmendiyên sekter ên çepgir ên bi rengê întîxarwarî karîger nebin, heke bi pergal û geşedanên taktîkî yên bi plan bêne domandin bi teqezî wê serkeftî jê derbikevin. Ocalan dibêje, nermbûna taktîk a PKK’ê dikare ji ber cure rewşên neçê û geşedan û rewşên çê re bibe bersiv, wiha li pêş xwe rewşeke zede tengezar nabînin. Ocalan wiha didomîne: ‘’

Heke hin jê bi bertengbûna xwe me ber bi fetisandinê ve nebin, li dijî rêgezên şer neçin û xwe nedin ber teslîmbûnê, nêzîkatiyeke biryardar, berxwedêr û azîneya gerîla wê encamê bîne. Dema ku encam jê were standin wê rê li ber geşedanên girîng ê siyasî veke. Wê naveroka dewleta Kurd a federe biguhere, em dikarin pêngaveke şoreşger bi dest wê ve bînin. Bi vê jî gel wê behneke fireh bistîne û xurt bibe. Ev ê bike ku pêkhateya federe hê bêhtir serbixwe û azad bibe, bi vîna xwe geş bibe û xurt bibe; ji bo vê jî dikare sûdê bide tevahiya Kurdistanê. Li ser vê bingehê em ê zorê li geşedanan bikin.

Ev, her wiha ji bo Kurdistanê hem wê insîyatîveke berfireh be, wê, wê bîne asteke navnetewî, bike ku ew mîna hêzeke serbixwe were nirxandin û rê li ber dîplomasiyeke bêhempa veke. Wê bandoreke giran li Tirkiyê bike. Ne ku tenê wê plana îmhayê ya ku li Kurdistanê ferz dike, were pûçkirin, wê rê li ber veke ku şerê me yê şoreşger xurtir bibe. Wê xizmetê ne ji fetisandinê re lê ji hilmstandinê re bike, ne ji paşçevûnê re lê ji pêşveçûnê re bike. Jixwe gelê Bakur ê ku hatiye Başûr jî heye. Bakur, hê ji niha ve bi gelê Başûr re ji hela fizîkî ve bûye yek. Gelê du parçeyan bi rengekî divê bigihin hev. 1990’İî, naskirina gelê Başûr a Bakur û niha jî naskirina gelê Bakur a gelê Başûr yekbûnê dertînê holê. Wê encamên vê yên navnetewî hebin. Dibe ku ev rê li ber wê veke ku NY destekê bide vê.’’

WÊ SIÛDA PALANA ŞOREŞGER ZÊDETIR BIKE

Ocalan dibêje ev ê hemû zorê li hevsenga Tirkiyê ya li herêmê, li statûkoyê bikin, bêguman ev ê hemû bixebitin, a girîngtir wê xebatên leşkeri zêdetir bikin, wê zorê li qadên siyasî û dîplomatîk bikin. Ocalan diyar dike, ev siûda plana şoreşger zêdetir dike û didomîne, ‘’ Ango plana dij şoreşê dibe ku plana şoreşger xwedî bike, veguhere plana şoreşger. Em ne di xewn û xeyalan de ne, a girîngtir jî em ne li bendê ku ji ber xwe ve tiştin bibin. Bi neynûkên xwe mirov dikare rê li ber geşedanan veke. Ev geşedan, bi bihistyariyeke bêhempa dibin, bê kêmasî dema ku em bi peywirên xwe ve bibezin, ev geşedan derdikevin holê. Bi kurtasî dibe taktîkeke pir cidî û encamên wê jî bi rengekî ku têra xwe karîger bin derkevin holê. Nexasim encamên wê yên siyasî hem li herêmê û hem jî li qada navnetewî wê kûr bin. Ev jî tê maneya ku mirov bikeve nav serdemeke nû. Ev ê rê li ber wê veke ku Kurdistan li qada navnetewî xwe daye qebûlkirin, statû ava kiriye, rê li ber dîplomasiyê vekiriye, belkî jî, rê li ber wê veke ku bibe derbirîna rêxistiniya bi zanebûn a li ser rewşeke wiha ava bûyî, ku mîna statûyeke dewletê hatî qebûlkirin.

KONGREYA NETEWÎ YA KURDISTANÊ

Ocalan dibêje, wê li ber wê veke ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê an jî temsîla nûnertiyên wê yên li navxwe û li derve zêdetir bikevin bin xizmeta şoreşê, an jî wê cidî bigire, zorê li şêwazên takekesî û sînorên êlî bike, bixe nav serdemeke wiha ya hevdem, ku saziyên ku yekîtiya netewî qebûl dikin û li gorî rêgezê wê diçin, zêdetir girîng werin dîtin. Ocalan wiha dibêje: ‘’Wê her rêxistinê, li şûna berjewendiyên li ya xwe, bike ku temsîla netewî bide ber xwe û pêgirî wê be.

Ev ê jî bibe serdemeke nû ya geşedanê. PKK pêşengiya vê dike, derfetên vê yên pir girîng dertên holê. Rêbertiya îdeolojîk polîtîk a destpêkê ya partiya me, niha jî bi rengê rêbertiya pratik tê temamkirin. Vê, li qada navnetewî bi xwe dane qebûlkirinê û rewakirinê diçespîne. Bêguman ev hemû bi pêşnûmeya şoeşger, bi asta plan û perspektîfê têne dîtin.

Amedekariyên ku me kirine,rewşa bicihbûnê ya hêzên me, nişan dide ku ev tenê ne pêşnûme ye, rojane, ev dikare were bicihanîn. Li ser vê mijarê êdî peywira pêşengiya pratîk li ber me ye. Em bi peywirên wiha re hevrû ne, ku em bi rengekî hê kamiltir, bi berpirsyarî, bi rengekî ku pêşbîniya hemû encaman dike û li gorî vê rojê watedar bikin, di serî de eniya gerîla, hema hema li hemû eniyan, li Bakur û Başûr şerê çekdarî geş bikin, yekîtiyên nû yên siyasî, li Bakur û Başûr yekîtiyên eniyan pêk bînin, bi rengekî ku em vê bînin ser qada dîplomatîk ya wiha girîng û bi ser bixin, lê bi rastî jî bi bi şêwazeke ku bi rengê hunera polîtîk em bi cih bînin.’’

SERKEFTIYÊ PÊNGAVA NÛ YA TAKTÎKÊ

Ocalan giringiya zêdetir sazûmanbûna xebatên berdest û perwerderkirina wê, gihandina wan a bi asta nûnerên hê zexmtir û kolektif destnîŞan dike, li ser giringiya yekîtiya bi astên curbecur ên bi hêzên din re, radiweste. Ocalan diyar dike, geşedanên îdeolojîk, polîtîk û pratîk, wê bersivê bide van hemûyan, ji bo ku li tevahiya Kurdistanê pêşengî ji van karan re were kirin ev ê hem zêdetir bike ku bi îdîa be û hem jî derfetan ava bike.

Ocalan dibêje, ‘’Em bawer dikin û bi tiştên ku me kirine dibêjin, di serdema pêngava nû ya taktîkî de yê serkeftî wê em bin’’ û wiha didomîne: ‘’Ji bo ku em bi ser bikevin, em ê hêlên neyênî yên tecrûbeyên xwe li paş xwe bihêlin, em ê hêlên xwe yên erênî bi rengekî bêhempa jiyanî û têkneçûyî bikin. Em ê geşanên ku gelê me û hemû hêzen niştimanperwer li bende ne, derxînin holê. Bersiva herî mezin a şoreşger a li djî plana dijmin a kone, bi alçaxî û tineker wê ev be, taktîka ku bi berpirsyariya mezin û bi mîsogerî divê were biserxistin ev e. Êdî ne li hundir û ne li derve ti asteng divê nebe asteng ku me ji bicihanîna vê taktîkê dûr bigire. Her çi tişta ku dibe asteng bi şêwazeke pir rast û kêrhatî divê mirov bi ser de biçe û di encamê de serketin were pêkanîn.’’

EM E YAN BI SER BIKEVIN AN JÎ BI SER BIKEVIN

Partiya me ya ku bi bêrikirike zede dixwaze bigihije qonaxeke wiha, belkî jî cara pêşî bi vîna xwe ya azad, bi hêza gelê me, geşedaneke ku li bende ye, geşedaneke ku îdîa dike û bi mîsogerî divê pêk bîne, bijî. Em nikarin çavê xwe ji wê re bigirin ku fersendê û derfetê nenirxîne. Bi nêzîkatiyên ji ber xwe ve, bi nêzîkatiyên berevaniyên rastgir û bi nêzîkatiyên sekter ên çepgir, nayê qebûlkirin ku kese neyênî nêzî vê serdema geşbûnê bibe.

Di serdemeke wiha de her kes dikare pir karan bike. Li dijî tevgera tasfiyeye ku dijmin bi taybetî ferz dike û bi alçaxî dixwaze bi komkujiyan bi encam bike, bi her astê, bi bidestxistina hêzeke wiha, geşedaneke wiha ya ku ne tenê bidestxistina hêzeke mezin û pûçkirina hêviyên dijmin, geşedaneke wiha ku wê bibe dwiya hemû arestbûn û polîtîkayên wê yên li ser Kurdistanê yên li dijî mirovahiyê û li dijî her cure geşedana netewî û navnetewî, em hay jê hene ku ne tenê bi taktîkî, bi pêkanîna geşedaneke stratejik divê em pêk bînin.

Bi van perspektîfên geşbûnê yên ku van nirxandinan derxistiye holê û ya girîngitr jî, bi hewldana xwe ya bêhempa heke em berê xwe bidin pratîkê em ê bi ser bikevin. Di serdemeke wiha de, em ê van derfetên ku ji her deme bêhtir bi vîna xwe ya biz anîn me derxistiye holê û hem jî hin geşedanên herêmî wê zûtir dikin, baştir bibinin. Ev serdema geşedanê ya ku tê hêvîkirin, daxwazkirin û têra xwe plansziya wê hatiye kirin, heke bi vê nêzîkatiyê were bersivandin, wê bibe serdemeke wiha ku vîna azad û gel, êdî ji bo ku bi rastî bi ser bikevin hewlê didin û destekê didine serdemeke wiha û wê bike ku ev serdem serkeftî be. Ji bo ku ev serdem wiha were bidestxistin, bi mîsogerî divê em heq ji zehmetiyên giran derkevin û dibe ku gelek şehîdên wê jî hebin. Bi rastî jî heke welat û gelê ku statüye wiha ye û li ser wê wiha tê fikirîn dixwaze bijî, û her wiha partiyeke ku bi wê îdîayayê ye ku pêşengiyê ji vê re bike, heke dixwaze bi rengekî xurt pêşengiyê ji vê re bike, divê hê destpêkê van zehmetiyan bîne ber çavan, bi qasî zehmetiyan, derfetan jî baş bi cih bîne. Bi her tiştên xwe, bi gotina ‘’An em ê bi ser bikevin, an jî em ê bi ser bikevin’’ divê mirov şer bike, bimeşe û bi mîsogerî divê bi ser bikeve.’’