Nûnerên civaka Êzidî ji bo grevên birçîbûnê daxuyanî da

Nûnerên civaka Êzidî: Em bang li CPT, li Netewên Yekbûyî, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa dikin, demildest ji bo rakirina tecrîda girankirî di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan bi berpirsiyartî û erkên xwe rabin.

Nûnerên rêxistin, sazî û dezgehên Êzidî yên li derveyî welat têkildarî grevên birçîbûnê daxuyaniyek dan çapemeniyê û bang li CPT, Netewên Yekbûyî û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê kirin ku bi erka xwe rabin.

Daxuyanî wiha ye;

“Di pêvajoya ku nûnerên modernîteya kapîtalîzm di serî de hêzên hegemonîk û navdewletî mîna dewleta dagirker a Tirk bi şerê cîhanê yê sêyemîn hewl didin faşîzm bi cîh bikin li dijî vê di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan berxwedaniyek bêhempa û têkoşîna azadiyê di asta herî jorîn de, li ser hîmê avakirina û jiyîna pergala konfederalîzma demokratîk tê meşandin.

Em rêxistin, sazî û dezgehên Êzidî yên dervayî welat bi her awayî xwedî li felsefeya azad ya ku bi felsefeya Êzdayî ra yek e û ji bo parastina û jiyîna nirxên jinê û mirovahiyê di xizmetê de ye, derdikevin.

Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî di sala 1999’aan hatibû dîlgirtin. Ev 20 sal in dibin tecrîdê de ye, bi cezayên dîsîplînê û her awayî, faşîzma dewleta Tirk hewl dide vîna bi rêxistinkirî û azad bide şikandin. Ji bo ku fikra Rêber Abdullah Ocalan belav nebe û bi civak û gelan re nebe yek, serî li hemû hovîtiyan dide.

Bi gelek hevkarên navdewletî di sala 2014' dan fermana Şengalê pêk anî, di nav 4 salên bihûrî de bi gelek êrîşên hewayî hewl da vê vîna azad ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan me Êzîdî bi dest xistiye, bide şikandin.

Pêşengê Civaka Êzidî, Mam Zekî Şengalî bi heman komployê navnetewî di 15'ê Tebaxa 2018'an bi hovane hate qetilkirin. Yeqîn dikin ku wiha fermanê bi encam bikin û nasnameya Êzdayî bidin qetilkirin.

Saziyên ku xwedîgiravî mafên mirovan diparêzin di serî de Netewên Yekbûyî (NY), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan (CPT) li hemberî kiryarên faşîzma dewleta Tirk bêdeng in. Li hemberî vê bêdengiyê em ê nebin temaşevan.

Bi armanca tecrîta ser Rêber Abdullah Ocalan were şikandin û faşîzm were têk birin bi pêşengtiya parlamentera HDP’ê rêzdar Leyla Guven grêva birçîbûnê hate destpêkirin. Rêzdar Leyla Guven di roja 77 an de ye û rewşa wê ya tenduristiyê ketiye asteke krîtîk. Rewşa çalakgerên li Strasboûrgê û çalakgerê li Hewlerê di heman xeteriyê de ne. Lê tevî xeteriya tendirustiyê bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Em bang li CPT, li Netewên Yekbûyî, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dikin, demildest ji bo rakirina tecrîta girankirî di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan bi berpirsiyartî û erkên xwe rabin. Nebin hevkarên sûcên mirovahiyê!

Em ê bi rihê Mamê xwe Mam Zekî Şengalî tecrîda girankirî bişkînin, berxwedaniya rûmetê bi ser bixînin û xweseriya demokratîk a Êzîdxan mîsoger bikin.”