NÛ BÛ-Cenevreya bê Kurdan, de Mîstûra ji erkê girt!

Nûnerê Taybet ê NY yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra yê bi erka hevdîtinên Cenevre ya bê Kurd radibû, dawî li erka xwe tîne.

Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra ku bi armanca ‘çareseriya siyasî’ ya di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de sala 2012’an bi pêşengiya Netewên Yekbûyî peywir girtibû, dawiya meha Mijdarê dev ji peywira xwe ya ku ev 4 sal e didome, ber dide.

Dîplomatê bi ezmûn de Mîstûra dawîanîna erka xwe ya dawiya maha Mijdarê di nava rojê de piştî ji bo Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres re dibêje û şûnde ji bo Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ragihand. De Mîstûra her çendî anî ziman ku ji ber ‘sedemên kesî’ dawî li erka xwe tîne jî, nehate zanîn ku sedemê sereke yê dawîanîna erkê ya de Mîstûra çiye.

Li gel şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di qada navneteweyî de gihişte astekê û şûnde, di bin navê lêgerîna çareseriyê ya ji bo şerê naxweyî , li ser maseyê NY’yê li hev civiyan. Di bin navê hevdîtinên Cenevreyê yên bi pêşengtiya NY’yê, 20’ê Hezîrana 2012’an lêgerînê aştiyê yên destpê kirî di hevdîtiina 8’an de jî tiştek bi dest nehate xistin û dest man vala.

4 SAL HEVDÎTIN DOM KIRIN

Kurd ên ku li herêmê hem di warê siyasî û hem jî di warê leşkerî de yekan e hêza serek ku xwedî projeyeke demokratîk a li Sûriyeyê tevlî van hevdîtinan nehatin kirin. Bi tevlîbûna heyata rejîm, komên ‘muxalîf’ ên bi desteka hêzên herêmî bi navber hevdîtin heta Mijdara 2017’an dom kirin. De Mîstûra yê di hevîtinên demên cuda yên 8 caran, aliyan nekarîn li ser heman mêze kom bike. De Mîstûra yê hevdîtinên bi qasî 4 salan dom kir de di navbera aliyan çi leşkerî û çi siyasî hevdîtin kir.

BINKETINA XWE QEBÛL KIRÎBÛ

Nûnerê Taybet yê Netewên Yekbûyî yê Sûriyeyê de Mîstûra piştî hevdîtinên Cenevre-8 a Mijdara 2017’an daxuyanî dabû çapemeniyê û bi gotina ‘Em serneketin’ binketina xwe qebûl kirîbû.

NE DÎPLOMATÊ YEKEM E KU DI PÊVAJOYA HEVDÎTİNÊN CENEVREYÊ DE ÎSTIFA KIRIYE

De Mîstûra ne dîplomatê yekem yê NY ku piştî rêvebirina hevdîtinên Cenevreyê îstifa kiriye. Rêveberê hevdîtinên Cenevre-1 dîplomatê bi tecrûbe yê Nûnertiya Taybet yê NY a Sûriyeyê Kofî Annan tevî hemû hewldanên pêkanîna agirbestê ji peywira xwe îstifa kir.

Piştî îstifaya KofÎ Annan Nûnerê Taybet yê NY Lakhdar Îbrahîmî jî hevdîtinên Cenevre-2 birêve bir piştî bê encambûna hevdîtinan ji peywîra xwe îstifa kiribû.

Piştî binketina Cenevre-1 û 2 Netewên Yekbûyî ku sala 2016’an amadekariya Cenevre-3 dikir dîplomat Staffan de Mîstûra ji bo Nûnerê Taybet yê NY yê Sûriyeyê erkdar kiribû.