Navenda Parastina Gel gerîlayên li eyaleta Xakurkê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, gerîlayên ku li Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin, pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, ji bo 'Fermandariya Eyaleta Xakurkê' peyamek pîrozkirinê weşand. Peyama fermandariyê wiha ye:

"Hêzên we yên eyaletê, 21'ê Gulanê bi roj saet 15'an ji 7 baskan ve li artêşa TC a dagirker a li Lêlîkanê xistin, heman rojê saet 17'an avêtin ser hêzên dagirker ên li girê Evdilkofî û ji sê baskan ve bi operasyonên şoreşgerî derb li dijmin xistin. Di van çalakiyan de ku nava rojê li du herêmên cuda li pey hev hatin kirin, bi ruhê êrîşê û plansaziya şoreşgerî ya rast û encamgir, bêyî windahî bê dayin, derbên giran li hêzên dagirker mêtinger hatin xistin û ji ser dijmin çek û malzeme hatin rakirin. Ev yek encameke girîng e. Ji ber vê pêngava çalakiyan a berfireh û dîrokî, bi navê rêveberiya tevgerê em fermandariya we, hemû milîtanên bi rengê fedayî tevlî çalakiyan bûne û her kesên keda xwe di van çalakiyan de hene pîroz dikin. Ji we re serketinê dixwazin. Em pê bawerin, eger ev ruh û rêbaz bê xurtkirin wê encamên girîngtir bên bidestxistin. Bi coşa şoreşgerî em we û hêzên we yên eyaletê silav dikin û serketinê ji we re dixwazin."