Navenda Parastina Gel fermandar Cûdî û Rodî bi bîr anî

NPG'ê fermandar Cûdî û Rodî yên li Derya Reş şehîd bûn bi bîr anî û got, "Weke hevrêyên hevalên Cûdî û Rodî, em careke din soz didin ku em ê ala wan a têkoşînê her bilind bikin û bi biryardarî li ser şopa wan bin."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) li ser şehadeta Fermandarê Eyaleta Derya Reş Cûdî Amed û gerîla Rodî Mêrdîn ku li Gumuşhaneyê şehîd bûn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "14'ê Tîrmeha 2018'an, li herêma Yaylalar a navçeya Kurtun a Gumuşhaneyê, 2 hevalên me dema bi erka xwe radibûn li yekîneyeke veşartî ya dijmin rast hatin û di navbera hêza me ya gerîla û yekîneya dijmin de şer derket. Di vî şerî de ku bi saetan dewam kir gelek leşkerên dijmin mirin û birîndar bûn. Endamê Rêveberiya me ya Derya Reş Cûdî Amed bi canbexşane şer kir û piştî ku bi giranî birîndar bû ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bi çeka xwe gihîşt şehadetê. Hevalê me Rodî Mardîn jî di şer de bi lehengî şer kir û şehîd bû."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Cûdî Amed
Nav paşnav: Mehmet Yakişir
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hatîce-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Tîrmeha 2018'an / Gumuşhane

Nasnav: Rodî Mardîn
Nav paşnav: Levent Dayan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Hayriye-Yûnûs
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Tîrmeha 2018'an / Gumuşhane

CÛDÎ AMED

Li ser jiyan û têkoşîna gerîla Cûdî Amed û Rodî Mardîn ev agahî hatin dayin:

"Hevrê Cûdî di nava malbata xwe ya welatparêz de zû bi rastiya Kurd û Kurdistanê hesiya. Hestên xwe yên welatparêziyê bi zanebûna şoreşgerî re kir yek û di salên 90'î de ku şer gelekî giran bû tevlî nava refên têkoşînê bû. Piştî ku tevlî nava refên azadiyê bû, bi wêrekî û fedakariyeke mezin bi hemû erkên xwe yên têkoşîna şoreşgerî rabû. Demeke dirêj li gelek herêmên şer ma û bi serketineke mezin erk û wezîfeyên xwe bi cih anî. Hevrê Cûdî ji Amedê heta Başûrê Kurdistanê, ji wir heta Dersim û Derya Reş di meşa xwe ya gerîlatiyê de timî bi bawerî û îdîayeke mezin tevgeriya. Herî dawî bi erka Fermandariya Eyaleta Derya Reş rabû û ev wezîfeya xwe bi serketineke mezin bi cih anî. Bi coş û kelecana xwe ya şoreşgerî, ji bo hemû wezîfeyên zehmet ên têkoşînê bi cih bîne, bi hemû enerjî û hunera xwe tevgeriya. Bi kesayetiya xwe ya kedkar, durust û dilnizm re cih di dilê hevrêyên xwe de girt. Hevrê Cûdî ku ji aliyê hemû hevrêyan ve bi hezkirin û rêzdarî dihate pêşwazîkirin, di şerê gerîla de bû fermandarekî gerîla ku her şervanî dixwest bi wî re tevbigere. Bi zîrekî û dîsîplîna xwe ya fermandariyê, her tim bû tirsa dilê dijmin. Li her herêma lê ma û herî dawî li herêma Derya Reş ku karên serketî lê kir, gelek çalakiyên xurt ên li dijî dijmin plan kir û bi rê ve bir. Bi hêrseke mezin a şoreşgerî li ber dijmin rabû û ji bo hesabê sûcê li dijî mirovahiyê yê mêtingeriyê li hemberî gelê me kiriye bipirse, dil û mejiyê xwe xist nava liv û tevgerê. Di dema têkoşîna xwe de bi her awayî bi erk û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî rabû û li ser rêya Rêber Apo û şopa şehîdên me yên leheng, bi biryardarî û serketineke mezin meşiya. Hevrê Cûdî ji ber van taybetmendiyên xwe her tim bû hedefa dijmin. Herî dawî li herêma Derya Reş heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî dijmin şer kir û tevlî karwanê şehîdên nemir ê PKK'ê bû. Hevalê me Cûdî wê bi jiyan û têkoşîna xwe her tim ji me re bibe pêşneg û pratîka me ya şoreşgerî ronî bike. Bi kesayetiya xwe ya serî neditewand, bi wêrekî, fedakarî, hezkirina hevrêtî, dilsoziya bi gel, partiyê û Rêbertî re wê her tim ji bo me bibe mînak.

RODÎ MARDÎN

Hevalê me Rodî Mardîn li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û bi naskirina rastiya dijmin mezin bû. Ji ber ku li nava malbateke dilsozê kevneşopiya welatparêziyê mezin bû, hînî jiyana sîstemê nebû û di emrê xwe yê ciwantiyê de sala 2007'an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku xwe gihand gerîla, li ser mijarên leşkerî û gerîlatiyê xwe amade kir, li ser vê bingehê kar û di demeke kin de bû gerîlayekî şareza. Ji ber hêrsa xwe ya li dijî dijmin her tim bi xurtî tevlî nava têkoînê bû û bi giranbûna şer re berê xwe da qada Bakur. Demeke dirêj li herêmên Dersim û Derya Reş kar kir û mohra xwe danî binê serketinên mezin. Hevalê me Rodî bi kesayetiya xwe ya dilnizm, ji dil û tevlîbûna bi coş, wê timî ji aliyê hevrêyên xwe ve were bîranîn û di nava têkoşînê de wê her hebe."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Weke hevrêyên hevalên Cûdî û Rodî, em careke din soz didin ku em ê ala wan a têkoşînê her bilind bikin û bi biryardarî li ser şopa wan bin. Di serî de malbatên me yên hêja yên şehîdan malbatên Yakişir û Dayan em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin."