Norwêçê alîkariya 30 milyon Euroyî ya ji bo Brezilyayê vekişand

Li Brezîlyayê ji ber polîtîkayên bi dijminatiya sirûştê ya Serokkomarê rastgir radîkal Jaîr Bolsonaro taloke li ser daristanên Amozonê yên Brezilyayê heye.

Norwêçê subvansiyona bi bihayê 30 milyon euro ya ji bo Brezilyayê sekinand.  Li Norwêçê ku bi polîtîkayên xwe yên hawîrdorparêz li pêş e, 3 ji 1 yên otomobîlan bi elekan dixebitin.

Wezîra Hawîrdorê û Avûheayê ya Norwêçê Ola Elvestuen ji rojnameya Dagens Naeringslivê (DN) re axivî û got, ''Ji wê demê ve ku Brezilyayê desteya rêveberiya fonên Amazonan û komîteya teknîk rakiriye û vir ve, peymana bi Norwêçê û Elmanyayê re xira kiriye.''


Oslo ji 2008'an û vir ve her sal 8,3 milyon kron (828 milyon Euro) dida fonên Amazonê. Lê li gorî hikûmeta Norwêçê ti niyeta Brezilyayê tine ku pêşî li qelihandina daristanê bigire.

Li gorî daneyên fermî Tîrmehê rêjeya kêmbûna daristanê li gorî ya sala 2018'an çar caran lê zêdetir bûye. Elvestuen got hikûmeta Brezilyayê bêyî pejirandina Elmanya û Norwêçê nikare vê bike.

Li gorî hesabên komîteya teknîkê, alîkariya têkoşîna li dijî kêmbûna daristanan a Norwêçê dihatin diyarkirin. 2018'an rêjeya kêmbûna daristanan hate hesapkirin û li gorî vê diviya Oslayê îsal 300 milyon kron (30 milyon Euro) bidana. Lê Oslo, ji ber polîtîkayên qelandina daristanan a hikûmeta Brezilyayê nema ber pê tê ku alîkariyê bike.

Rêveberiya Berlînê Şemiyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû wan alîkariya 35 milyon euroyî sekinandine. Hikûmeta Elman li gel vê jî diyar kir ew ê destkê bidin fonên ji bo parastina daristanên Amazonan.

Piştî biryara Elmanyayê Bolsonaro daxuyanî da û got ti hewcehiya welatê wî bi alîkariya Elman nîne.