Norwêc wê 'bajarê kesk ê mayinde' yê paşerojê ava bike

Bajar êdî bi rengekî din ava dibin. Norwêc dixwaze di demeke nêz de bajarê herî mayinde yê cîhanê ava bike.

"Bajarê paşerojê" wê li kêleka balafirgeha paytext Osloyê bê avakirin, bi teknolojiya kesk bê xmilandin û wê karibe enerjiya xwe bi xwe biafirîne. Nûçeya li ser mijarê di malpera Futurismê de hate weşandin.

Şîrketên mezin jî ketin dewrê. Panasonic beriya niha bi çend hefteyan projeyeke bi navê "CityNOW" xistiye meriyetê. Berê jî li bajarê Fujisawa yê Japonyayê sala 2015'an projeya destpêkê hatibû afirandin. Koma Japon beriya bi du salan ji bo projeyeke li bajarê Denver ê herêma Colorado ya DYA jî bûbû hevpar. Li vê derê li cihekî nêzî balafirgehê ku ji erdê 160 hektarî pêk tê, hewl tê dayin bajarekî aqilane bê avakirin.

Oslo jî dixwaze bajarekî bi temamî 'kesk' ava bike. Saziyên mîmariyê Haptic Architects û Nordic ji bo li kêleka balafirgehê bajarekî 'paqij' ava bikin, plan amade kirin.

Navê "Oslo Airport City (OAC)" li vî bajarê paşerojê hate kirin. Li vî bajarî wê tenê enerjiya ku ji nû ve dikare bê bikaranîn, hebe. Li bajêr wê wesayitên bi elektrîkê yên bê ajoker bên bikaranîn. Midûrê Haptic Architects Tomas Stokke got, "Firsendeke bêhempa ye ku ji sifirê bajarekî nû bê avakirin." Navenda bajêr wê li wesayitan qedexe be. Bajar her wiha hesabê wê yekê dike û enerjiya xwe ya zêde bifiroşe. Çav li rê ye ku înşaet sala 2019'an dest pê bike û sala 2022'an biqede.