Nîvê zarokên Sûriyê yên li Tirkiyê nikarin biçin dibistanê

20 ji 100’ê zarokên penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyê bi xwendekarên Tirkiyeyî re dikarin biçin dibistanê.

Zarokên Sûriyeyî yên ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê hatin Tirkiyê nikarin perwerdehiyê bistînin. Beşek ji penaberên ku ji ber şer hatin Tirkiyê derbasî Ewropayê bûn û yên din jî li Tirkiyê man. AKP serê kêliyekê dibêje li Sûriyê 3 milyon penaber hene.

Li gorî daneyên Midûriyeta Rêveberiya Koçberiyê li Tirkiyê 833 hezar û 39 zarok di çaxê xwendinê de ne lê ji van tenê 181 hezar û 595 bi xwendekarên Tirkiyeyî re dikarin perwerdehiyê bibînin.

Ji bilî vê li 22 bajaran ku hijmara koçberên Sûriyeyê li zêde ne, li 432 navendên perwerdehiyê yên demdemî 302 hezar û 777 xwendekar têne perwerdekirin. Bi giştî 484 hezar û 372 zarokên Sûriyeyê nikarin perwerdehiyê bibînin.

Li wan dibistanan ku li navendên starebûnê hatine vekirin, di sala perwerdehiyê ya 2016-2017’an de ji hêla MEB’ê ve 19 hezar û 700 Sûriyeyî bi perwerdehiya formasyonê li navendan starebûnê ji bo perwerdehiyê bidin hatin peywirdarkirin.