Nîşanên qetlîama 2800 sal berê zelal dibe

Zanyar ji 100 salan zêdetir in daneyên arkeolojîk û bermahiyên mirovan ên li Hasanlûyê kom dikin û diyar dikin ku wan nîşanên qetlîama 2800 sal berê ya serdema hesin zelal kirine.

Hasanlû li Rojhilatê Kurdistanê li başûrê Gola Ûrmiyeyê gundekî biçûk e. Lê beriya niha bi sê hezar sal berê li ser girê derveyî gund, bajarekî gelekî xweş hebû. Şêniyên vî bajarê ku xaniyê wan dudu an jî sê qatî bû, di dema dawîn a serdema hesin de, bi saya erdên ku bi Gola Ûrmiyeyê av didan, jiyaneke dewlemend dijiyan. Lê hemû hatin qetilkirin.

Zanyar ji 100 salan zêdetir in daneyên arkeolojîk û bermahiyên mirovan ên li Hasanlûyê kom dikin û diyar dikin ku wan nîşanên qetlîama 2800 sal berê ya serdema hesin zelal kirine. Encamên ku pispor gihiştine di hejmara vê hefteyê ya kovara New Scîentîstê hate weşandin.

ARKEOLOGEKÎ CIWAN DEST BI KOLANDINÊ KIR

Di sala 1956’an de arkeologê ciwan Robert Dyson ji bo lêkolîna civakên ku derbasî jiyana niştecihî bûne, çû Îranê. Piştî lêkolînan li derveyî Hasanlûyê li ser girekî 25 metreyan bilind û 500 metre fireh dest bi lêkolînê kir. Li gorî Dyson di binê vir de bajarek hebûye, ji ber ax û xweliya bi hezaran salan, ev der di binê axê de maye.

Di sala 1958’an de kolandinê dest pê kir. Piştî demeke kurt bermahiyên xaniyekî derkete holê yê ku ji serdema hesin maye. Ev avahî hatibûye şewitandin û bi ser şêniyan hilweşiyaye.

Bi pêşveçûna kolandinan re îskelet, alavên malê û îskaneke zîv dîtin. Piştre hin amûr û alavên din jî hatin dîtin. Piştî qonaxa pêşîn a kolandinê bermahiyên bajarekî li ser 30 hezar metrekareyan derket holê. Tiştekî din jî derketibû holê ku, hemû mirovên di kolandinan de derketibûn holê, an hatibûn şewitandin an jî bi alavên tûj hatibûn kuştin.

ŞOPÊN QETLÎAMÊ HÊ JÎ HENE

Mary Voîgt ya ji Zanîngeha Mary di sala 1970’an de çûn Hasanlûyê. Voîgt gotibû ku, “Qadeke wisa ye ku hemû tebeqe baş diyar dibin. Piştî kolandina metreyekê, girê kelehê derdiket holê. Piştî ku kolandinan didomiya, di bin keviran de bermahiyên mirovan hebû.”

Qada pêşîn a Voîgtê hewşek bû. Voîgt got ku, “Min zarokek dîtibû yê ku li erdê xwe dirêj kiribû. Di zenda wî de zendikeke bronz hebû. Li nêzî wî jî serikekî rimê û çenteyekî vala yê tîran hebû. Mirov dikare wisa şîrove bike, kesek dikeve hundir zarok dikuje û çenteyê vala yê tîran diavêje erdê. Li pêş jî li ser dîwar şopên tîran hene.”

KABÛSÊN PIŞTÎ KOLANDINAN

Piştî vêya Voîgt axurek dît û di axur de îskeletên jinan hebû. Ev xaniyê malbateke elît bû lê tu xişrên wan tunebû. Belkî jî xizmetkarên malê bûne. Lê diyar bû ku, bi awayekî sîstematîk li vir hatine komkirin û bi wî awayî hatine kuştin.

Janet Morge û koma wê ya ji Muzeya Pennê jî di lêkolînên xwe de diyar kiribûn, bi amûrên tûj li serê van jinan hatiye xistin û ev jin wisa hatine kuştin.

Ev tenê qetlîameke li Hasanlûyê ye. Gelek cesed hatin dîtin ku, destê wan li ser zikê wan e û yan jî destê wan li ser qirika wan e. Hinek jê destên wan û hinek jê jî serê wan tunebû.

Voîgt got ku, “Di malbata me de kolandin kevneşopiyek e. Ez ji mirovên mirî natirsim. Lê piştî ku min dest bi kolandina vê derê kir, êdî min kabûs dîtin û bi qîrîn ji xewê çeng dibûm.”

EVÎNDARÊN HASANLÛYÊ KALEK Û ZAROKEK IN

Kolandinên li Hasanlûyê di salên 1970’î de beriya Şoreşa Îslamî ji ber aloziya civakî hate sekinandin. Rojnivîsk, not, nîşe, xêz û wêneyên kolandina Hasanlûyê îro di Muzeya Pennê de ne.

Salên borî zanyarên Zanîngeha Manhattanvîle ya New Yorkê ev dane anîn ba hev û çîroka tunekirina vî bajarî ji nû nivîsandin.

Êrîşkar bi rim, şûr, kêr, xençerên tûn hatibûn û tenê armanceke wan hebû; ew ê ev bajar tune bikirina. Li derveyî kelehê êrîşê dest pê kir. Mirovên ku nekarîn li hemberî êrîşan li ber xwe bidin, xwe spartin kelehê.

Li bajêr her kes hatin kuştin, kûçik û hesp jî tê de. Piştî demekê bajar hate şewitandin û talan jî didomiya.

Li xaniyekî mezin ê bajêr, du êrîşkaran kasika zêr û îskanên zîv ji qatê sêyemîn talan kirin û daketin qatê duduyan. Di vê kêlîkê de xanî hilweşiya. Piştî sê hezar salan tevî kasika zêr û îskanên zîv cesedên van êrîşkaran jî hate dîtin.

70 kesên li nêzî vî xaniyê jî şewitîn. Kalek û zarokekî ku di embarekê de xwe veşartibûn, jî dûyê şewatê miribûn. Dema ku miribûn, zarokê xwe hembêz kiribû û bi destê xwe devê wî girtibû. Ev wêne di çapemeniyê de bi navê ‘Evîndarên Hasanlûyê’ hate diyarkirin.

LI PEY GUMANBARAN…

Dema ku qetlîam bi dawî bûbû, êdî tiştek ji Hasanlûyên nemabû. Ev bajar Beriya Mîladê di sala 800’î de hatibû wêrankirin.

Ji bo wêrankirina vî bajarî du fikrên zanyaran hene. Yek jê Asûrên li Nimrûd û Nînowayê serdest bûne, ev qetlîam kirine. Lê dema ku ev qetlîam hatiye kirin, serdema dawîn a Asûran e. Zanyar diyar dikin ku di vê serdemê de hêz û sedema Asûran tune ku vê qetlîamê bikin.

Fikra duyemîn jî dibêje ku Ûrartûyan ev qetlîam kirine. Di vê serdemê de Ûrartû xurt in û li herêmê belav dibin.

Alavên li Hasanlûyê hatine dîtin, dişibin alavên bajarên Asûran. Ev jî diyar dike ku têkiliya wan a bi Asûran re baş e. Lê alavên xweser ên li Hasanlûyê diyar dike ku, çandeke cihê ya vê derê hebûye.

Di kolandinan derketiye holê ku, Beriya Mîladê di sala 1100’î de êrîşeke biçûk li vî bajarî hatiye kirin. Di kolandinan de leşkerekî bi zirxê Ûrartûyan hatiye dîtin, ev jî diyar dike ku êrîş ji Bakur hatiye.

John Cûrtîs û koma wî yên ji Brîtîst Mûseûmê diyar dikin ku, gumanbarên vê êrîşî Ûrartû ne. Cûrtîs diyar dike ku Hasanlû li ser rêya bazirganiyê ya Kevana Zêrîn e û dibe ku ev bajar ji aliyê Ûrartûyan hatiye wêrankirin.

EVÎNDARÊN HASANLÛYÊ

Wêneyên van îskeletên li Hasanlûyê bi navê ‘Evîndarên Hasanlûyê’ û ‘Ramûsana bêdawî’ hate pêşkêşkirin. Lê ev wêne yê kalekî û zarokekî ye yên ku ji ber dûmanê mirine. Zilamê kal ji bo ku zarok ji dû jehrî nebe ew hembêz kiriye û devê wî girtiye.

Li Hasanlûyê yê ku bajarê antîk ê li başûrê Gola Ûrmiyeyê ye Beriya Mîladê di sala 800’î de qetlîamek hate kirin. Zanyaran piştî 2800 salan awayê pêkanîna vê qetlîamê zelal kirin.

JÊDERK: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA