Nirxê elektirîk û gaza xwezayî biha bû

AKP her diçe fatûreya kirîzan ji gel digire. Ji bo elektirîkê ji sedî 8 û ji bo gaza xwezayî jî sedî 9 zem zêde bû.

Rejîma AKP-MHP’ê hilweşîna aboriyê ya li Tirkiyeyê dayî avakirin fatûraya wê ji gel digire. Ji îro û pêve ji bo elektirîkê ji sedî 8 û ji bo pişesazî û bazirganiyê jî ji sedî 18; ji bo gaza xwezayî jî ji sedî 9 û ji bo pîşesaziyê jî ji sedî 18,5 zem zêde bûn.

BOTAŞ di meha Tebax û Îlonê de ji bo avahiyan 9 û ji bo pîşesaziyê jî ji sedî 14 zem ragihandibûn. Li gorî fatûreyên di meha Îlonê deh hatibûn ragihandin, di warê nirxên elektirîkê de rêjeyek di navabera ji sedî 14,6 û 16,2 zem pêk hatiye. Nirxê elektirîkê yê yek zemî ji sedî 15 zêde bû, li gorî zema sê carî bi roj sedî 15 bi şev jî sedî 16,2, ji bo saetên «ûant jî ji sedî 14,6 zêde bûn.

Serokê Giştî yê Konferderasyona Sendîka û Esnafên Tirkiyeyê (TESK) Bendevî Palandoken diyar kir ku di nava van 3 mehên dawî de zema li ser gaza xwezayî û elektirîkê bûye bûyerek rotîn û gel di rewşeke xedar de ye.

Palandoken anî ziman ku zem bandora xwe li her tiştî kiriye û got: “Bi zema dawî ya ji bo elektirîk û gaza xwezayî re, wê enflasyonê hê zêdetir bilidn bike.”