Newroza li Belçîkayê: Berxwedana Efrînê hate silavkirin

Li Belçîkayê bi beşdariya 2 hezar kesî Newroz hate pîrozkirin. Di şevê de berxwedana Efrînê hate silavkirin.

Kurdistaniyên li Belçîkayê dijîn Newroz li bajarê Verviersê pîroz kirin. Li salona pîrozbahiyê pankarteke mezin a bi nivîsa "Newroz pîroz be", wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan, Zekiy Alkan, Ronahî û Bêrîvan, alên PKK, YPG, YPJ û PYD'ê hatin daliqandin. Zêdeyî 2 hezar kes tevlî şevê bûn ku jinên Kurd bi giranî bi kincên xwe yên gelêrî beşdar bûn. Di şevê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir ji bo berxwedana YPG û YPJ'ê dirûşm hatin qîrîn.

ÛLÛSOY: BERXWEDANA GELÊN ROJAVA WÊ BI SER BIKEVE

Siyasetmedar Ziya Ûlûsoy li şevê peyivî û got, "Li Rojava berxwedanek li dijî emperyalîst û mêtingeran heye. Ev berxwedan wê azadî û demokrasiyê ji gelan re bîne."

SARIYILDIZ: ERDOGAN WÊ TÊK BIÇE

Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî işaret bi girîngiya Newrozê kir û got, "Li Efrînê bi ruhê Newrozê berxwedanek heye. Gelê Kurd ev bû 2 hezar û 600 sal li dijî Dehaqên zalim bi vî ruhî li ber xwe dide. Şopdarên Kawa îro li ber xwe didin. Bi hezar hezaran mirovên me li çar parçeyên Kurdistanê Newrozê pîroz dikin. Di vê têkoşînê de gelek êş hate kişandin, mirovan jiyana xwe ji dest dan, berdêlên giran hatin dayin. Tevî vê yekê jî têk neçû, ji ber ku ev ruh têk naçe. Hêza herî dînamîk a niha li Rojhilata Navîn heye, Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Ji ber ku gelê me zane wê çi bike. Di xeta Rêber Apo de têdikoşe. Di ruhê vê xetê de cihê têkçûnê nîne."

Sariyildiz bal kişand ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Kurdistanê kiriye û got, "AKP û Erdogan li Sûr, Cizîr, Nisêbînê komkujiyên mezin kir. Îro jî li Efrînê komkujiyên bi heman rengî dike. Lê belê gelê me li dijî vê li ber xwe dide. Di encama vê berxwedanê de wê Erdogan têk biçe."

Di şevê de Denîz Deman, Farqîn Azad, Bengî Agirî û hunermendên herêmî derketin ser dikê.