Newroz li Viyanayê hate pîrozkirin

Newroz li paytexta Awûstûrya Viyanayê hate pîrozkirin.

Çalakiya Newrozê bi beşdariya bi hezaran Kurdistanî û dostên wan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li şevê axivî û diyar kir, çalakiyên Newrozê yên îsal bi ruhê berxwedana Efrînê tên lidarxistin.

Kartal bi bîr xist ku Kurdan bi berxwedana Kobanê re peyameke girîng dan cîhanê û got, di vê peyamê de hate destnîşankirin ku Kurd wê di sedsala 21'ê de bê statu mayinê qebûl nekin.

Kartal bal kişand ser Berxwedana Serdemê ya li Efrînê û got, "Heta ku mêtingerekî bi tenê jî li Efrînê nemîne wê berxwedan û çalakî dewam bikin. Berxwedan ne tenê li Efrînê, her wiha li Bakurê Kurdistanê jî li dijî faşîzma dewleta Tirk didome."

Di şevê de peyama Newrozê ya endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di sînevîzyonê de hate nîşandan û piştre peyama Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan hate xwendin.

Di şevê de Şemdîn, Kawa, Erol Berxwedan, Ozlem Baglayan, Koma Arîn û koma govendê derketin ser dikê.