Newekheviya hatineyan a li cîhanê gelekî zêde ye

Li 'welatên bi pêş dikevin' bi saya pêşketina aboriyê, danheviyên madî yên mirovan zêde dibe. Lê belê li welatên pêşketî newekheviya hatineyan gelekî zêde ye.

Para maldaniya 10 ji sedî yên herî dewlemendan, di nava 16 salan de tenê 91 ji sedî daket 79 ji sedî. Kêmbûna xizaniyê li welatên weke Çînê, di vir de bi bandor e.

Li gorî lêkolînek ji aliyê şîrketa sîgorta ya bi navê Allîanz ve hate weşandin, rêjeya maldaniyê ya li gelemperiya cîhanê zêde bûye, lê di mijara parvekirina maldaniyê de cudahiyeke mezin heye.

DYA Û SWÎSRE DI RÊZÊN DESTPÊKÊ DE NE

Di lêkolînê de maldaniya brut a ku pereyên li bankayan hatine razandin, senedên par, fonên sîgorta û teqawîtbûnê jî di nav de heye, hate hesabkirin. Hat ragihandin, ku li gorî sala 2015'an 7,1 ji sedî zêde bûye. Li gorî vê yekê, bruta pere ya li gelemperiya cîhanê gihîştiye 169 trîlyon Euroyî. Di mijara paydayina ku dibe para şexsan de, Amerîka Bakur bi 168 hezar Euroyî di rêza yekemîn de ye. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ev danhevî serê her şexsî 177 hezar Euro ye. Li Swîsreyê 175 hezar û 700 Euro ye.

DI NAVBERA PARZEMÎNAN DE CUDAHIYEK JI DEHAN QATÎ HEYE

Li gorî hesaba hate kirin, ku 53 welatên pêşketî yan jî yên bi pêş dikevin hatin nirxandin, Rûsya jî di navê de maldaniya şexsan a li welatên rojhilatê Ewropayê tenê 4 hezar û 150 Euro ye. Li Latîn Amerîkayê maldaniya brut a serê şexsekî 4 hezar û 910 Euro ye. Ji bilî Japonyayê, li welatên Asyayê ev hejmar 7 hezar û 850 Euro ye.

Li gorî parzemînan, rêjeya danheviya şexsekî li welatên rojavayê Ewropayê 58 hezar û 900 Euro ye. Li Okyanûsan 70 hezar û 400 û li Japonyayê jî 96 hezar û 900 Euro ye.

MEZINBÛNA ABORIYA ÇÎNÊ, ÇÎNA NAVÎN MEZIN KIR

Li gorî hesabên Allîanzê, para herî mezin a zêdebûna danheviya pereyî ya li gelemperiya cîhanê, ya Komara Gel a Çînê ye. Li Çînê, di navbera salên 2015-2016'an de bi 11 trîlyon Euroyî aborî mezin bû.

Di lêkolînê de hate destnîşankirin, ku mezinbûna aboriya Çînê, para çîna navîn a li nava civakê mezin kiriye.

BI 40 TRÎLYONÎ DEYN HEYE

Tevî ku li gelemperiya cîhanê ji aliyê pereyî ve maldaniya pereyî zêde bûye jî, deyn jî bi heman awayî zêde bûye.

Deyndariya li derveyî dewletan, li gelemperiya cîhanê 5,5 ji sedî zêde bû û gihîşt 40,6 trîlyon Euroyî. Deyndarî bi giranî li welatên Asyayê bi rêjeya 17 ji sedî zêde bû.

Deyndariya li gelemperiya cîhanê, li gorî danheviya madî kêm dibe. Deynên taybet sala 2016'an 27,7 ji sedî bû, sala 2016'an daket rêjeya 24 ji sedî. Dema ku deyn ji nava danheviyê tê derxistin, hingî maldaniya zelal derdikeve holê. Ev jî li gelemperiya cîhanê bi nîvekê 128 trîlyon e.

HEM DI NAVBERA WELATAN DE, HEM JÎ LI WELATAN NEWEKHEVÎ HEYE

Li gorî lêkolînê, di navbera gelek welatan de cudahî hene. Ji bilî welatên Latîn Amerîka, rojhilatê Ewropa û Japonyayê, li welatên Asyayê maldaniya serê şexsekî di navbera 4 hezar û 150 Euroyî û 7 hezar û 850 Euroyî de ye.

Her wiha hate ragihandin, ku newekheviya maldaniya navbera xizan û dewlemendan li welatên pêşketî dewam dike û di vî warî de rewşa herî nebaş li DYA, Swêd, Brîtanya Mezin û Elmanyayê heye. 10 ji sedî yên dewlemendên cîhanê, xwedî 79 ji sedî yên hemû danheviya li cîhanê ne.