Nehiştin ku nûçegihan li ber Girtîgeha Silîvrî daxuyaniyê bidin

Rêxistinên pîşeya çapemeniyê ku ji bo azadiya nûçegihanên girtitan dixwestin li ber Girtîgeha Silîvrî daxuyaniyê bidin, hatin astengkirin. Nûçegihan li cihê lê bûn daxuyanî dan.

Ji bo piştevaniya 146 nûçegihanan ku 2017’an wê bikevin girtîgehan 9 rêxistinên pîşeyî li ber Girtîgeha Silîvrî xwestin daxuyaniyekê bidin.

Ji Cemîyeta Nûçegihanên Tirkiyê, Sendîkaya Nûçegihanên Tirkiyê, Sendîkaya Kar a Çapemeniyê ya DÎSK’ê, Komeleya Nûçegihanên Hemdem, Komeleya Enstîtuya Çapemeniyê ya Haber-Senê, Navenda PEN a Tirkiyê, Sendîkaya Nivîskarên Tirk û Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas gelek nûçegihan li ber girtîgehê hatin rawestandin.

Jandarma diyar kir ku bi fermana walîtiyê ew nahêlin ku derbasî cem girtîgehê bibin û li ti deverê nahên ku daxuyaniyê bidin.

Nûçegihanan astengî şermezar kriin û li cihê lê daxuyanî dan. Pankarta ‘’Nûçegihanî ne sûc e’’ hate vekirin û dovîzên ‘’ji nûçegihanan re azadî’’, ‘’bila nûçegihan bê girtî werin darizandin’’ hatin hildan.

Ji Enstûtiya Çapemeniya Navnetewî (IPI) Steven Ellîs, ji PEN  a Navnetewî Wolfgang Roth jî di çalakiyê de amade bûn.