Nêçîra masiyan a elektirîkê ya li YE’yê tê qedexekirin

Parlementoya Ewropayê biryara dawî ya li ser nêçîra bi elektirîkê ya masiyan da û ragihand ku wê ji 2021’an ve ev şêwaza nêçîrê bê qedexekirin.

Parêzvanên derdor û beşek ji nêçîrvanên masiyan li gel wê yekê bûn ku nêçîra bi elektirîkî ya masiyan sîstemaeka ya binavî tê tinekirin.

Bi biryara Parlementoya Ewropayê girtî, ji 1’ê Tîrmeha 2021’an wê ev şêwaza nêçîra masiyan a bi elektirîkê bi temamî bê qedexekirin. Heta wê dîrokê wê pêkanînên şidyayî bê kirin.

Nêçîra bi elektirîkî ya masiyan li Ewropayê di sala 1998’an de hatibû qedexekirin, lê Komîsyona Ewropayê ji sala 2006’an û vir ve di çarçoveya rewşên îstisna rê dabû ku ev şêwe bidome.

Serokê Komîsyona Nêçîra Masiyan Parlemeterê Fransî Alaîn Cadec bi daxuyaniyek nivîskî da û got: “Di warê derdor û sîstemaekoyê de dawî li vê pêkanîna ku rê li ber karesatan vedike hat.”