Nebarîna berfê rê li ber fikara ziwatiyê vekir

Cotkarên li Wanê bi fikar in ku ji ber nebarîna têrker a berfê, dibe ku ziwatî rû bide û çandiniya wan bê kêr be.

Deşt û zozanên navçeyên Erdîş, Ebex, Westan û Bêgir ên Wanê, havînê bi helîna ava berfê tên avdan. Bi dehan berhemên li van deştên berhemdar şîn dibin, ji bo pêdiviya gelê li tevahiya heremê dibin bersiv. Nebarîna bi têrkerî ya berfê rê li ber fikraan vedike û berhemên çandiniyê jî wê kêm be.

Li Bakurê Kurdistanê ku bi metreyan berf erdê digire, îsal kêm bariya. Tevî ku kêm maye meha Sibatê biqede hê li Wanê û navçeyên wê bi têrkerî berfê nedaye. Aktîvîstê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Fatîh Şahîn got, li herêmê salên dawî ziwatiyê rû daye û ev yek wê bandoreke neyînî li tevahiya jiyanê bike. Şahîn got, "Weke civakê me barîna berfê timî bi neyînî pêşwazî kirin. Hê di dema nêz de li Rehva ya Bedlîsê berfê ji dîrekên ceyranê bilindtir erd digirt. Me didîtin ku otobus ji tunelê ji berfê derbas dibin. Rêya Mîks-Bahçesarayê şeş mehan li çûn û hatinê girtî bû, têkiliya xwe ya bi derve re qut bûbû. Halbûkî berfa ku dibariya diyariyeke ji bo jiyanê bû. Erdnîgariya me çiyayî ye. Çiyayên bi berfê xemilî, mîna bendaveke xwezayî ne. Heta germa dijwar a havînê, berf li ser çiyayan dimînin û piştre dihelin û çavkaniyan der dikin. Bi rêya çem û cihokan, quntarên çiyê, deşt û zozanan zindî dike. Erdê berhemdar dike. Gihê şîn dike, jiyanê dide sewalan. Ji bo gundî û cotkaran jî dibe rojên bi bereket. Çavkaniya van hemûyan berf e. Her wiha ser giha digire û nahêle ku mîkrop bigihêje wan. Bendavan dijî av dike û ji me re dibe enerjî. Çavkaniyên avê yên li binê erdê dadigire. Pêşî li ziwabûna Gola Wanê digire. Hevsengiyê ji eko sîstem a herêmê re diafirîne."