Ne tenê extiyarî, rê û rêbazên jiyanê jî mirovan dixurifîne

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO), herî kêm 50 milyon mirov bi nexweşiya xurifînê ketine. Dibe ku heta sala 2050 herî kêm 150 milyon mirov bixurifin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, nexweşiya Demansê (xurifîn) herî zêde bi extiyariyê tê pênasekirin, lê belê rêbaza xwarin û jiyanê jî dibe sedem ku nexweşî girantir bibe.

Li gorî daxuyaniyê di nava mirovên 60 salî û yên jê mezintir de, 5 heta 8 ji sedî mirov bi vê nexweşiyê ne û hişyarî tê dayin, heta sala 2050 dibe ku ev hejmar herî kêm 152 milyon mirov be. Tê gotin, 60 heta 70 ji sedî yê vê hejmarê bi bandora nexweşiya Alzheimerê pêk were.

WHO'yê destnîşan kir, nexweşiya Demansê ne tenê ji ber extiyariyê ye û diyar kir, di serî de xwarin eger mirov hin tebîetên xwe biguherîne wê karibe pêşî li nexweşiyê bigire. Bi saya sporê, kêmkirina vexwarina alkolê, hesasiyeta li ser asta şekir û kolesterolê û nekişandina cixareyê, mirov dikare karê kognitif ê mejî xurtir bikin.

Dîrektorê Giştî yê WHO'yê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus got, "Nîşaneyên zanistî raxistin pêş çavan ku tespîta 'ya li dil tê, li mejî jî tê' rast e."